Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Donald Trump”: Rejîma Îranê her çalakiyekê li dijî hêzên me encam bide wê rastî bersiv danê bê

16:49 - 14 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê di nûtirîn axavitênên xwe de gotiye: Rejîma Îranê dest bi her çalakiyek li dijî hêzên Amerîkayê bide wê rastî bersivên tund yên hêzên Amerîkayê bê.

Roja Duşemî 23`ê Banemera 1398`an, Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” di civîneke rojnamevanî de got, em dibê mêze bikin ku rewş wê çava be, û hekî rejîma Îran  çalakiyek li dijî hêzên me encam bide, wê rastî bersivên tund yên me bê.

Navbirî got: Em nûçeyên kêm derheq Îranê guh lê dibin, hekî rejîma Îranê çalakiyekî li dijî hêzên me encam bide, wê derbeyên giran bibîne.

Her di vê derheqê de jî, roja Duşemî 23`ê Banemera 1398`an, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, hûrdekariyên derheq gefên Îranê, radestî berpirsên payebilind yên “NATO” yê kir.

Herwisa Nûnerê taybet yê Amerîkayê yê, di karûbarên Îranê de, “Brian Hook” got, em dixwazin Îran welatekî xwezayî û asayî be, ne hikûmetek şoreşî, ew di heyama 40 sal temenê xwe de, tenê tundûtijî li seranserê Rojhilata Navîn de afirandiye, û me siyasetek nû girtiye ber xwe, dema xwe lidizîna rejîma Îranê li berpirsiyarbûn li hemberî êrîşên terorîstî yên xwe bidawî bûye.