Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Donald Trump”: Russiya, Sûriye û Îran dawî bi kuştina xelkê bê soç li Sûriyê bînin

12:36 - 3 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê Amerîkayê daxwaz ji welatên wekî, Russiya, Sûriye û Îranê kir da ku,dawiyê bi kuştina xelkê bê soç yên Sûriyê bînin.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Duşemî 13`ê Cozerdana 1398`an, Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” li ser rûpela “twittera” xwe nivîsiye ku: Rapor nîşandidin ku “Russiya, Sûriye û Îran di parêzgeha “Edlib”ê de mijûlê Bombebarankirin û kuştina xelkê bê soç ên Sûriyê ne, û cîhan jî temaşeyî wê komkujiyê dike, çi armanceke? Çi tiştek dibe para we? Dawiyê pê bînin.

 Ev nêzîkî 8 salane ku Sûriye mijûlê şerê navxweyî ye û heya niha sedan hezar mirovên bê soç di vê şerî de hatine kuştin.

Herwisa ev nêzîkê Çar salane ku Russiya û Îran piştevaniya rejîma Beşar Esed dikin û hewil didin da ku ev rejîma neherife û herwisa bi çekên giran xelkên sivîl dikin armanc û di vê navberê de jî, dewleta Beşar-Esed, li dijî dijberên xwe li bombeyên kîmiyayî jî, mifahê verdigrin.