Rojekê piştî dawî pêhatina dema diyarîkirî jialiyê 4 welatên ku xwe li derheq perwenda Balafira Ukraynî dizanin, hate ragihandin ku rejîma Îranê bona çareser û encama wê Dosyê xwe serwe dibe, lewra emê wê perwendê naha pêde gorî yasaya navnetewî bigirne bera xwe.
Roja Pêncşemiyê 6ê Kanûna Paşîn a 2022 yan, 4 welatên Kanada, Swîd, Ukrayn û Birîtaniya di daxûyaniyekî hevpar de ragihandin ku rejîma Îranê amade nine digel girûpa me li derheq xistina xwarêye Balafira Ukraynî, daniûstandinê bike, lewma emê wê dosya yê naha pêde gorî yasaya navnetewî bêxne ber lêpirsînê.
Civata malbatên kesên ku di wê Balafirê de canê xwe ji dest dane ragihandin ku rejîma Îranê heya niha amade nine û her carê bi hêcetekê dawî pêhatina wê perwendê paşte dêxe.
Heyamekê berî niha wezîrê derwe yê Ukraynê basê hindê kiribû ku hekî rejîma Îranê nexwaze li hember xistina xwarêye Balafira Ukraynî berpirsayetiyê bikêşe ustê xwe û xisara qurbaniyan nede, em neçarin wê perwendê bidne dadigeha navnetewî a Lahê.
Di dadigehekî dadperwerane da li welatê Kanadayê , hikim hate danê ku rejîma Îranê divê 107 Milyon Dolaran bide malbatên misafirên ku di Balafirê de bûne qurbanî, lê rejîma Îranê amade nine wê yekê bike.
Balafira Ukraynî hejmar 752 bi 176 misafiran, nîve şewa 18ê Befranbara sala 1398a Rojî, di esmanê hindayî Tehranê kevte ber armanca Mûşekên Sipahê û xistine xwarê ku hemî misafirên wê canê xwe ji dest dan.