Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dozgerê Dadgaha Navnetewî ya xelkî Xezelwer 160 berpirsên rejîma Îranê şermezar kir

11:50 - 7 Şibat 2022

Serdozgerê Dadgeha Navnetewiya xelkî ya xwenîşanderên meha Xezelwera 1398an, navê 160 kes ji berpirsên payebilind ên rejîma Îranê ji wan Elî Xamineyî wek tawanbarê kuştara xelkê xwenîşander ên meha Xezelwera 1398`an a Rojî, belav kir.

Tevî vê ku ev lîsteye sê berpirsê Hêza Dadwerî, Serokê Şêwreya Bilind a Ewlehiya Netewî, Wezîrê rejîmê û Fermandê payebilin ê Spaha Pasdaran, Hêza Întizamî  û Artêşê li xwe digire, dehan berpirsê payebilind ên rejîmê ên wek Mehmûd Elewî Wezîrê Berê yê Îtilaatê, Mihemdecewad Azeriyê Cehrumî Wezîrê Pêwendî û Teknolojiyê jî li xwe digire.

Pêka çendîn belgên ku gihîştibûne Dadgeha Navnetewî ya Xelkî, 440 kesan şahidî da û şahidiya 219 kesan hate pejirandin, dadgehê 160 kes ji berpirsên rejîmê bi tawana serkuta xelkê xwenîşanderê meha Xezelwera 1398`an şermezar kir.

Xwenîşandana meha Xezelwera 1398`an destpêkê bi sedema bilindbûna %300 a nerxa benzînê bû ku paşê li tev bajarên Îran û Kurdistanê de xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Tehranê xwenîşandan kirin.

Yek ji berpirsên Spaha Pasdaran ku li dijî xwenîşanderên meha Xezelwerê di nav hêzên Spahê de beşdar bû û li dadgehê de amade bibû, dabû zanîn: “Beşek ji wan hêzên ku xelk serkut kirin pêkhatibûn ji “erazil û obaş”, Hêzên Heşta Şeibî û Fatimiyon” û Spahê destûr dabû ku ji kêlekê bo serê teqeya rasterast ji xelkê bikin.