Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dozgeriya Mihabadê heyamê girtina birayên Kurpûr dirêj kir

22:31 - 5 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Yekemîn celeseya fermî a dadigahîkirina du rojnamevanên Kurd ên destbiser kirî “Mesud û Xusro Kurdpûr” li dozgeriya “Înqilab”a bajarê Mihabadê birêve çû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja yekşemî berwar 5’ê Tebaxa 2013’an, birayên Kurdpûr li dadigeha “Înqilab”a bajarê Mihabadê doseya wan qengeşe kir û ji aliyê dadweriyê ve heyamê girtina wan bo du mehên din hat dirêj kirin.
Di vê pêwendiyê de “Kemal Husênî” rojnamevan û alîkarê pêşîn ê ajansa nûçegehaniya “Mukriyan” da xuyakirin: “Dadweriya doseyê tevî danan wesîqe bo birayên Kurdpûr dijayetî kiriye û ava jî anî ser ziman, celeseya duyem a dadigahîkirina Mesud û Xusro heyva Xarmanan a 1392’an a Rojî birêve diçe”.
Rojnamevanê han eşkere kir, birayên Kurdpûr ji aliyên hêzên ewlehî ve bi “kelepçe û pawend”ve birine liqa 1’a dozgeriya “Înqilab”ê û nûnerê dadistanê jî liwê hazir bûye.
Li rewta dadigahîkirinê de Xusro Kurdpûr li ser karê nûçegehaniya xwe weke piroseyekî yasayî pêdegir bûye û li ser vê bawerê bû ku hemû ew nûçên ku ajansa nûçegehaniya Mukriyan bilav kirine li çarçoweya yasaya rojnamevaniyê de bûye.
“Mesud” jî li berewaniya xwe de pişt bi çend ayetên Quran û fesla sêyem li yasaya bincîneyê girtibû û got: “Heyamê 20 salanê ez weke mamostaye xizmetê bi hevwelatiyan dikim”.
Du rojnamevanên han ji aliyê dezgeha dadwerî û ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê ve sûça weke, alîkarîkirin tevî partiyên Kurdiyên opozisyona rejîma Îslmaiya Îranê, piropagendên dijî “Nîzam”ê û pêkanîna civînên narizayetî bi dijî tenahî “netewî” xistine pal vê.
Li gor dawîn agahiyan birayên Kurdpûr ev sûça nekêşane istiyê xwe û bi beşekî helawêstî hesibandine.

Qirar bû roja şemî berwara 3’ê Tebaxa 2013’an, celeseya dadigahîkirina birayên Kurdpûr li dozgeriya “Înqilab”a bajarê Mihabadê bi beşdariya perêzerên wan birêve biçe.

Mes’ud û Xusro Kurdpûr berwar 8 û 9’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabedê hatin girtin û paşî derbas bûna pitir li sê heftî li ragirtina wan li girtîgeha îdareya Îtlata bajarê Mihabadê, bo îdareya Îtlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.

Her divê pêwendiyê de roja çarşemî berwar 26’ê Hezîran a 2013’an, birayên Kurdpûr piştî derbas bûna nîzîk 111 rojan girtin, bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatin veguhastin.