Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Dr. Qasimlo li ser vê baweriyêbû ku divêt exlaq di siyasetê de hebe”

14:17 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

kerîm Perwîzî:

Deqê peyama Deftera Siyasî a PDK Îranê bi boneya 22’ê Pûşper salvegra terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî

Beşdarên hêja, rêvîngên rêbaza Dr. Qasimlo, hûn bixêr hatine, ji aliyê Deftera Siyasî a PDK Îranê ve ez bixêrhtina tev aliyan dikim.
Em li vir kom bûne ku yad û bîranîna şehîd Dr. Qasimlo bilind ragrin û cardin li ser rêbaza pirr ji serbilindî û şanaziya wî pêdagir û wefadar bin. Şehîd Dr. Qasimlo di rojek weke îro de, di 22’ê Pûşpera sala 1368’an de, wate 24 sal berî niha li ser mîzê gotûbêj tevî şandiyên Komara Îslamî hat şehîdkirin, gotûbêjek ku qirar bû tê de rêyek bona çareseriya pirsa Kurd were dîtin, lê dîplomat terorîstên Komara Îslamî bi awayekê hatibûn ku hekî Dr. Qasimlo teslîmî îradeya wan nebe, wî teror bikin. Her weke belge û deqê gotûbêjê nîşan dide, Dr. Qasimlo heta deqa dawiya gotûbêjê pêdagiriyê li ser mafên gelê Kurd dike û bi tu awayekê razî nabe ku wazê ji mafên Kurdan bîne û li ser wan pirensîpên ku xebat jê re kiriye pêdagir bûye û her di vê pêxemê de jî canê xwe fîda kir.
Ji wê rojê ve ku di sala 1324’an li bajarê Urmiyê taya Yekîtiya Lawan pêk tîne dest bi tekoşîna siyasî dike û li xwendingehên herî baş ên bajarê Tehranê dest bi xwendinê dike, piştre ber bi Ewrûpayê diçe û li zanîngeh û nawendên herî baş ên xwendinê dist dike bi fêrbûna zanistê. Di sala 1953’an û di dewrana Musediq de ku nîvçe azadiyek di Îranê de pêk hatibû, vedigere Îranê û dest dike bi xebata xwe a siyasî. Wî çaxî tê destbiserkirin û piştî heyamek zîndanîbûnê, cardin diçe nava refên şoreşa eşkere û piştre li ser daxwaza xwe cardin ber bi Ewrûpayê ve diçe û dema vedigere, dawî bi tewahiya wan qonaxan hatibû ku bawerî pê hebûye ku birîtî ne ji, azadiya gelan û azadiya însanan û berdewam xebat jê re kiribû û, paşan ji dijî Komara Îslamî di çeperên herî bi zehmetî de xebata xwe domandiye. Rêberê zana û bilîmet ku di zanîngehên herî baş ên Ewrûpayê û jî îmkanatên herî baş ên jiyanê mifah wergirtiye û derfeta wê yekê hebû ku bona xwe pêgehandin û armancên xwe ên take kesî bixebite, lê vedigere Kurdistanê û di çepera pêşmergatiyê de li dijî zordar û sitemkaran berxwe dide û piştre li 22’ê Pûşpera sala 1368’an tevî hewalên xwe li ser mîzê gotûbêjan, bi destê dîplomat terorîstên Komara Îslamî hat terorkirin.

Yek din ji wan şoreşvanên ku tevî Dr. Qasimlo bû û xwediyê moralek bilind û zana bû, lê bi sedema mezinahiya Dr.Qasimlo, morala bilind û şoreşvaniya wî gellek caran tê jibîrkirin, şahîd Ebdulla Qadirîazer, Endamê Komîteya Nawendî a PDK Îranê bû. Şehîd ebdulla mirovek pêgehiştî û xebatkar bû ku heya dawiya jiyana xwe tevî rêberê xwe ê jêhatî bû, lewra hewce ye ku di vir de em yad û bîranîna wî bilind ragirin. Kesek din ê ku di wan gotûbêjan de beşdar bû, Fazol resûl xelkê Başûrê Kurdistanê û dostê PDK Îranê û hevdem nasyarê Komara Îslamî a Îranê bû û binav navbeynkariya piroseya gotûbêjan dikir, lê Komara Îslamî bona vê ku tu şûnwarekê ji pîlana xwe bi cih nehêle û cînayeta xwe perdepoş bike, ew jî teror kir. Herweha hewce ye ku yad û bîranîna qutabiyê bi emeg ê rêbaza Dr.Qasimlo wate şahîd Seyd Selam Ezîzî bilind bê ragirtin ku di 24’ê Pûşpera sala 1378’an a Rojî koça dawiyê kir.

Beşdarên hêja

Em di mekteba demokrat û di qutabxaneya Qazî, Qasimlo û Şerefkendî de hîn bûne ku di dema şehîdketina rêberên xwe de nagirîn. Her weke rêberê me yê şehîd bas dike, baştirîn padaş bo şehîdan dirêjîpêdan rêya wan e. Em dema di kor û boneyên weha de kom dibin û yad û bîranîna şehîdên xwe bilind radigirin, serbarê mehkûmkirina kiryarên terorîstî ên Komara Îslamî, peymana wefadariyê tevî rêbaza wan nû dikin û her weke cihgirê wî yê emegnas, şehîd Dr.Şerefkendî dibêje:”Li ser rêbaza wî pêdagiriyê dikin, yan bi ser dikievin û yan jî serê xwe dadinên”.
Eva ku Dr. Qasimlo hewil dida di xebata netewa xwe de derbixe holê ev bû ku him netewa xwe pê bigehîne, him netewa xwe rizgar bike û hem jî di nava çepera şoreş û qutabiyên mekteba demokratê de kesanek rêvîng bin ku xwediyê teybetmendiyên demokrat, însanî û şoreşgêrî bin. Di yekemîn pêngav de hewil dide ku hewalên xwe digel cîhana serdem û pêşkevtî nasyar bike û wê pêşkevtinê bîne û tevlî partiya xwe bike da ku rêvîngên rêya demokrat bikaribin bibin sembol û mînakek bo xelkê Kurdistanê, lewra di kongireya 4 de bas ji “Sîmaya Demokrat” dike û taybetmendî û xelên bihêz ên kesek demokrat destnîşan dike. Di vîr de hinek ji wan xalên girîng ku di wane û berhem û xebat û tekoşînê de şehîd Qasimlo hewl daye ku kadr û pêşmergên partiyê li berçav bigirin dixim ber bas û avrûyekê ji wan didim.
Yekemîn mijar pedagiriya wî li ser mafê netewî ye, her weke me bas kir di gotûbêja xwe ya tevî dîplomat terorîstên Komara Îslamî de ,heya deqeya dawiyê jî li ser mafên netewî û xwastek û daxwazên Kurdan pêdagir bûye. Nehatiye ku bi mafê hemwelatîbûna Kurd weke Îraniyekê razî be, nehatiye ku xwastek û daxwazên gelê Kurd di çend xalên hûr de tesik bike. Heta deqeya dawiyê ku dizanî pêdagirî li ser wê rêbazê wê bi qîmeta jidestdana canê wî tewaw dibe, amade bû canê xwe bide lê li ser mafê netewî û pirensipên û armancên netewî pêdagir bû û berxwe da.

Xalek din ku di waneyên rêberê me yê şahîd Dr. Qasimlo de hatiye û dibe pêdagiriyê li ser bikin ev e ku hertim hewil daye ku hem endam û alîgir û dostên PDK Îranê li ser vê rêbazê berdewam bin û hem jî netewa xwe digel vê rêbazê nasyar bike ku hertim pêdagiriyê li ser azadî, dadperwerî û hevpeywendiya di navbera însanan de bike, jiber ku merema wî gehiştin bi dinyayek tijî ji aştî ye, aştiyek bi vê wateyê ku însan li ser bîr û baweriya xwe, li ser derbirrîna ray û nêrîna xwe, li ser gehiştin bi armancên xwe azad be. Beraberî û wekhevî bi vê wateyê tê ku buhayek vekhev bo însanan bihê danîn. Beraberî û wekhevî bi vê watayê ne ku ferq û cudahiyên navbera însanan nemîne, jiber ku jinavbirin û înkarkirina ferq û cudahiyan faşîstî ye, lê Dr. Qasimlo bawerî bi wekheviyê hebû, bi wî wateyî ku di navbera însanan de buhaya hember û dualî bê danîn. Bona vê ku bikarin ferq û cudahî û behre û şiyanên xwe geşe pê bidin û derfetek wekhev ji her kesekî re bê dayîn, dibêje: “Tenê nan bona dirêjîdan bi jiyanê bes nine, dibe azadî jî hebe, lewra em bona azadiyê xebatê dikin. hekî xelk nehê çewisandin, nan hebe û bi zimanê xwe bixvîne, lê hekî azadî nebe û bi zimanê xwe li ser rewşa welatê xwe nêrînên xwe neîne ziman, bi vî wateyî tê ku sitemek heye û ew jî sitema siyasî ye, partiya me jî xebatê dike bona vê ku sitema siyasî jî nemîne”. Dr. Qasimlo li du warî de bawerî bi azadiyê heye, azadiya tak û azadiya bi kom, wate azadiyên xelkê bi kom jî bên berçav girtin. Tenê bi azadiya takekesî razî nebû û di vê derheqê de dibêje ku di hindek sîsteman de azadiyên take kesî tên dabînkirin, lê azadiyê bi komî tên binpêkirin, azadî dibe li her du warî de bê dabînkirin. Mirovahî dibe hewil bide ku cîhanekê bi afirîne ku tu tak, qat, regez, ol û nijadek nebe kole. Demokratê bawerî bi wekheviya di navbera jin û meran de ye di malbat û civakê de, demokrat li dijî her cure çevisandinek însan bi destê însan e. Eva waneyên girîng ên Dr. Qasimlo ne ku hetim di guhên me de deng vedidin. Beraberî û wekhevî bi vê wateyê ku mirovan buhayek wekhev heye, derfeta geşepêdana jiyanê ji her mirovekî re bê dayîn. Beraberiya koltûrî, civakî û aborî bingeha parastina ferq û cudahiyên her takekê ye û herweha bingeha pêşkevtina civakê ye. Azadî û beraberî ji hevdu nahên cuda kirin, beraberî di derfetên cur bi cur de merca sereke ya pêşkevtina her tak û wate bexşîn bi azadiya mirovahiyê ye.
Yek din ji wan xalan ku Dr.Qasimlo berdewam pêdagirî li ser dikir, afirandin û xulqandin e,
Kesekî şoreşvan û demokrat divêt ku berdewam afirîner (dahêner) be di bîr û hizra xwe de, dogm nebe, tûşî demargirjiyên korkorane nebe, ku ew çend hevok jî ji jimanê wî bixwe ve hatine gotin:

“PDKÎ wek partiyek şoreşvan ser û kar di gel siyaset, mirov û civakê heye, her yek ji wan jî sabit nînin û guherîn bi ser de tê, ku divêt kadrê hizbî afirandin û îbtikar hebe da ku hîn bibe, heke ne weha be, û her çavnihêr be ku kesek bê û bêjê weha bike, û weha neke, wî karî bi vê şêweyî bike, wê demê kadrê hizbê bona birêvebirina erkên xwe zehmetê nakêşe, û nikare fikir bike, li encam de nikare afirandin û îbtikar hebe û nayê perwerde kirin jî”.
Xalek din di rêbaz û hizra Dr. Qasimlo de serxwebûna siyasî û fikrî ye. Ya ku bi awayek zelal anî nav siyaseta Kurd de, û pê li ser dagirt û amade bû ku her bedîlekê jî jêre bide, pêdagirî li ser serxwebûna siyasî û fikrî ye, bi vê wateyê ku hem di warê siyasî de li ser vê bawerê bûye ku kesekî demokrat û rêîvngê riya azadiyê divêt serbixweyiya siyasî hebe, û nabe berjewendî û mesleheta xwe û gelê xwe û partiya xwe li ser bingeha berjewendiya kesên din pêk bîne, berjewendî û mesleheta xwe divêt bixwe diyarî bike, û ên ku dixwazin bi ser de bisepînin, û ên ku dixwazin bi ser de bisepînin, lê berjewendiya vê takê heye yan ne, evne dostê rastîn ê wî nînin, û dibêje: “ Bila bi eşkereyî em bêjin ku em sexmeratî dostatiyê tu car dest ji serxwebûna xwe û neteweya xwe hilnagrin û bo berjewendiya neteweya xwe heke hewce be, emê desta ji dostatiyê jî bikêşin”.Yan di warê serxwebûna siyasî de li ser vê baweriyê bûye ku kesekî demokrat û tekoşer divêt berdewam bo xwe fikir bike, nabe bêje ku ew tişt hatiye nivîsandin, di filan ciyê de, êdî her tişt tewaw e, dibêje ku ew tiştên ku di pirtûkan û kovar û babetan de, hatine nivîsandin rastiya reha û mutleq nînin, kesekî demokrat divêt berdewam bîr ji wan nivîsan bike, û di vê derheqê de weha dibêje: “Zanist dogm nîne, zanista civakî pêkve di gel civakê berev pêşve diçe û geşe dike, her eva ku di pirtûkekê de hirek û bîrûrayek hatibe nivîsandin ji me re bes nîne, ku em peyrewiyê lê bikin. Heke teoriyek di dema daneberhê de eşkere bû ku dirust e, emê pesend bikin, heke eşkere bû ku ne rast e, divêt em dest lê hilgirin”.
Xalek din ya giring ku Dr. Qasimlo pê lê ser dagirt têgeh û destewajeyek e bi navê xebata neteweyî demokratîk. Ew heya dawî nefes û dawî dilopa xwîna xwe girêdayî bû bio armancên neteweyî, lê ew girêdayîbûna bi armancên netweyî hevdem girêdayîbûn jî bûye bi armancên demokratîk, bi vê wateyê ku baweriyek kûr bi demokrasî, sîstema demokratîk û azadiya mirovan û civakek demokratîk hebûye, heya vê cihê ku dibêje xebat bo demokrasiyê nabe here jêr sîbera xebata neteweyî. Ew dibêje ku demokrat nasyonalîstek berçavteng nine, heya tirsa vê heye ku xebata neteweyî gellek kûr û radîkal be, û tûşî dogmatîzm û demargirjî û berçavtengiyê bibe, û bibe faşîzm û ber bi şovenîzmê pal bide, lewra bona ragirtina vê tirs û tehlûkeya ku li ser rê ye, tê û bas ji demikarsiyê dike, û vê bi xebata neteweyî demokratîk ve girê dide.

Xalek din ya giring a rê û şopa Qasimlo wata bexşîna bi jiyanê ye. Kesek, takek dikare di nav civakê de, berjewendiyên xwe bi vî awayî ku dixwaze biparêze, lê gelo jiyanek baş û rehet û berjewendî tenê bes in bona vê ku mirovekî şoreşger wek miroveke xwedî armancên bilind, hemû tiştek hatiye amadekirin û êdî tu tiştek hewce nine? Me got ku dDr. Qasimlo wek sembol û wek rêberek ku dikare mînak be bo gelê xwe, baştirîn jiyan û baştirîn cihên cîhanê bi cih dihêle, tê nav çeperên pêşmergeyan de , û di rastî de wate bexşîn bi jiyanê ji dîtingeha Dr. Qasimlo ve çend xalên giring bi xwe ve digre.Ya yekemîn xwediyê armancek bo pêşerojê, bona vê ku bizanî ku di jiyanê de ber bi kîderê ve dimeşî? Pêşeroja te bo kîderê ye, pêşeroja te bo kîderê ye, nabe ji bîr bikî ku riya te berev kîderê ye û divêt çi bikî, wate xebat û tekoşîn di pêxema wan hêvî û armancan de. Kesek dikare armancên gellek bilind û mezin jî destnîşan bike, lê dema ku te xebat jêre nekir, û tekoşîn û xebitîn têde nebe, ew yek tê vê wateyê ku te baweriyek kûr bi armancên xwe nîne.hevpêwendiya bi mirovan re, ku tu wek miurovekî li mirovên din binêrî, û hewil nedî ku ên din bikî koleyên xwe, yan wan bikî pirebazk bo xwe, û rêz û hurmetê ji mirovan re danî û dijî bişavtina mirovan bî. Ew çen mînak ji wan xalên giring bûn, ku Dr. Qasimlo di rê û rêbaza xwe de hewil daye ku me hînî wan bike, û niha ku em wî rêberî bi bîr tînin hewce ye ku cardin em wan tiştan bixwînin.
Dr. Qasımlo wek rêberek, rêberekî şoreşger bû û wek rêberê partiyekê jî siyaset dikir, tenê ew nebû ku şoreşvan be, tenê ew nebû ku bas ji armancên pêşerojê bike, belkû tevî vê ku wî siyaset dikir û siyaset jî li cem wî, xapandin, vir û direvkirin di gel xwe û derdora xwe û gelê xwe nebû, belkû berdewam pêdagirî li ser vê yekê dikir ku divêt me di siyasetê de exlaq hebe. Ew exlaqê tîne nava siyasetê de û dawiyê jî bi vê efsaneyê tîne ku siyaset tê wateya vir û derevan. Siyaset li cem Dr. Qasimlo wate dîtina rastiyan. Wî bi xeyal û bi xewnên helbestvanane siyaset nedikir, belkû rastiyên nav şoreş û nav civakê de didîtin, û astengên li pêşiya xwe didîtin, teslîmî rastiyên tal nedibû, di demên hestyar de nedidorand û teslîm nedibû,siyaset li ba wî hunera mumkin bû, hunera mumkin hem bi vê wateyê ku wî hem îmkanat û hem jî mumkinat berçav digirtin. Li cem wî huner bi derevan nebû, belkû hunerkirin bo hunerkirin jî pêk dihat ji afirandin û korkorane fikirnekirin, hunera ku îmkana wê hebe afirandin e di nav rastiyan de û di nav îmkanatan de, evne ew wane û desrsên giring bûn ku Dr. Qasimlo berdewam digotin, her evne bûn kun berdewam dianî nav xelkê û di nav civakê de, û bona dijatîkirina bi wan xalên giirng bûn ku Dr. Qasimlo şehîd kirin. Rejîma Komra Îslamiya Îranê di wan hemû waran de, û di wan hemû teweran de dijî bîrûboçûna Dr. Qasimlo bû, îdeolojiya kevneperestane ya wilayeta feqîh di gel azadî, wekhevî, di gel afirandin, di gel hunera mumkin, di gel exlaqiyat û di gel şoreşvanbûnê û ...hwd nedihat. Hizr û bîra Dr. Qasimlo tehlûke bû bo ser îdeolojiya Komara Îslamiya Îranê, lewra Komara Îslamî a aÎranê ew teror kir.

Niha piştî derbazbûna 24 salan emê avirek kurt û bilez bidne vê rewşa ki Komara slamiya Îranê têde ye. Ew rejîma niha di astê derekî de bo hemî cîhanê naskirî ye, wê demê ku Dr. Qasimlo basa vê dikir ku rejîma Îranê rejîmeke kevneperet e, rejîmeke tevdanîkar û têkder û kevneperest û terorîst e, renge gellek aliyan bawerî pê nedikir û gellek alî û welatan bi xatirê berjewendiyên xwe di gel wan alîkarî dikirin, lê niha êdî bo tewaya cîhanê eşkere bûye ku rejîma Komara Îslamiya Îranê têkder û terorîst e û bo bidestveanîna çekên navikî hewlê dide bo vê ku rejîma xwe ragire. Lewra niha li jêe gemaro û tehrîmên herî tund de ye, bi awayekê ku heta mezinehêzên wek Çînê jî ku palpiştê aboriya Komara Îslamî ya Îranê bûn niha hêdî hêdî li jêr bandora wan dorpêçên aborî de ji Îranê dûr dikevin, rejîm bi tewahî di warê siyasî deîzole bûye, û tenê dostê wê rejîma Beşar Esedê xwînxwar û girûpa Hizbullah ya terorîst e. Di navxwe de rejîma Komara Îslamî herçend dixwaze weha nîşan bide ku ew yekdest in û her hemû peyrewê wîlayeta feqîh in, û tu pirsgirêkek di navbera wan de nine, û yekdest û qahîm li hemberî dijminên rejîmê de sekinîne, lê dema em li rastiyan dinêrin, ne weha ye. Wan di navxwe de dehan, û sedan kêşe û alozî hene û çendîn girûpên nav rejîmê de hene ku li ser berjewendiya xwe û li ser talankirina serwet û heyiya welat kêşe û nakokî bi hevre hene, û her girûpek bo aliyê xwe radikêşe û dijî girûpa din e. Di dawî maşkanêya hilbijartinê de ku keseke nûnerê weliyê feqîh di Konseya Ewlekariya rejîmê de dibe serkomar , her ji nav ve girûp û bandên nav rejîmê de gefan li yektir dikin, herçend ku Xamineyî wek rêberê rejîma Îranê gef xwarine ku bila kêşe û nakokiyan nebne nav xelkê de û bila ew agehdarê kêşe û nakokiyên me nebin, û dijmin bi vê yekê dilxweş nebin, lê nakokiyên wan li ser talankirina serweta û samana welat û li ser berjewendiyên wan ew qas eşkere ye ku nahê veşartin.

Rejîma Komara Îslamiya Îranê li ser tepeseriyê berdewam e, û niha jî kesek hilbijartine ku bikare bi edebiyatek îroyîtir mana rejîma xwe bo çend mehek yan çend salan bidomînin, lê hevdem tevî vê ku li derve dixwazin bi qewlê xwe nerm bin û di edebiyata xwe de guherînê pêk bînin, lê li ser siyaseta terorîstî û têkderane ên xwe û hewildan bo gihîştina bi çekên navikî tu guherînkariyek bi ser xwe de neanîne, û tenê diwazin ku di axavtinê de guherînê bi ser xwe de bînin. Di navxwe de jî tepeserî tundtir dibe, û hevdem kirîzên nav civakê de jî zêdetir dibin, bîkarî zêde dibe, giranî zêde dibe, girtin û azara xelkê zêde dibe, wate hemû ew tundtîjiyên ku li heyamê 34 sal deshilatdariya rejîma Îranê de bi dijî neteweyên Îranê de hatine encamdan, niha di Kurdistanê de tundtir jî birêve diçin. Gelo çima weha ye? jiber ku ew dizanin ku neteweya Kurd ne di destpêkê û ne jî di dirêjiyê de, û ne jî di niha û pêşerojê de di gel îdeolojiya kevneperestane ya wîlayeta feqîh yek nagre, neteweya Kurd tu carî serî bo Komara Îslamî natevîne, lewra berdewam zulm û zordariya li ser neteweya Kurd zêdetir dike, û niha jî hemû wan girtin, îşkence, bêkarî, tûşkirina bi maddeyên hişber pitir ji her derê di nav Kurdan de birêve dibe. Erkê me wek rêvîngên riya Dr. Qasimlo wek dersxwanên azî, Qasimlo û Şerefkendî û wek tekoşerên demokrat ew e ku em di nav xwe de, xwe hînî baweriyên şoreşgerî û xebatkarane bikin, û refên xwe ji caran qahîmtir bikin, û hewil bidin ku yekrêziya neteweyî pêk bînin û di nav dijberên Komara Îslamiya Îranê de hevahengî û yekgirtinek zêdetir pêk bînin.

Ez di dawiya axavtina xwe de qala çend gotinên Dr. Qasimlo dikim, ku wî di 25’ê Gelawêja 1363’an (1984) de ew axivtin kirine û ew gotinên wî niha jî bo me hewce ne. “Rejîma Xomeynî bo xwe derbazkirina ji bonbestê mijûlê paşvekêşanê ye û rûyê xweş ji xwe nîşan dide, lê tu kes nabe bê vê rûyê riyakarane yê vê rejîmê bihê xapandin, endamên hizbê divêt rêxistina me ku çeka herî giring ya me ye bihêztir û qahîmtir bikin, divêt yekparçeyî û yekîtiya siyasî di hemû organên hizbê de cihgir be, nabe rê bihê dan ku têkder û lader (ji rê derketî) û ên ku morala xwe ji dest dane, partiya me ya hezkirî têk bidin. Divêt ku em tewaya alîkariya xwe li gel hemû hêzên komarîxwaz çi di Kurdistanê yan di beşên din ên Îranê de bihêz bikin û em hemû bi hevre bo anîne ser karê ya rejîmeke demokratîk tekoşînê bikin.”