Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dr. Qasimlo û ragehandina xebata eşkere ya PDKÎ

13:04 - 16 Adar 2013

Mo’tesem Nûranî

Piştî 11’ê Reşemeya sala 1357’an ku PDK Îranê bo ragehandina xebata eşkere ya xwe, û ragehandina siyaset û helwestên xwe mîtîngek mezin li bajarê Mehabadê de pêk anîbû, biryar hate dan ku heyeta payebilind a PDKÎ li tewaya bajaran de lihev bicivin û nivîsîngeha fermî ya PDKÎ li tewaya bajaran de were avakirin. Ez wê demê ciwan bûm, û li Urmiyê de xwendekar bûm. Roja 24’ê Reşemê bû ku heyetek payebilind a PDKÎ bi serperestiya Dr.
Qasimlo hate Urmiyê û li hola Kolêja Çandiniyê ya zanîngeha Urmiyê ku li ser riya “Bend”ê bû, civînek pêk anî. Xelkekî zaf ji jin û mêr, û pîr û ciwanan li civînê de beşdarî kirin û heta li derveyî cihê civînê de jî xelkekî zaf beşdar bibûn.

Di vê civînê de xwedê jê razî Senar Mamedî, Dr. Qasimlo rêberê gelê Kurd bi beşdaran da naskirin, û piştre Dr. Qasimlo dest bi axavtinê kir. Şehîd Dr. Qasimlo di vê civînê de got: “ Piştî zêdetir ji 32 sal xebata veşartî bi xweşî ve partiya me xebata xwe ya eşkere dest pê kiriye”.

Dr. Qasimlo herweha ragehand ku: “Gelê Kurd di Kurdistana Îranê, di vê dema hestiyar de ji hemû demekê zêdetir hewcehî bi alîkarî û yekîtî û biratiyê heye. Divêt em li hember tevdanîkariyên paşmayiyên rejîma paşatiyê û dujminên şoreşa Kurd pişta yektir ber nedin, û dijminên gelê Kurd bi dirêjahiya dîroka gelê Kurd bona jinavbirina şoreşa Kurd pîlan darêtine”.

Dr. Qasimlo derheq demokrasiyê de got: “ Demokrasî di welatê me de reh û rîşe tune ye, û divêt em hemû ji vê rewşa azad ya ku piştî hiloşîna rejîma paşatiyê pêk hatiye, hewce ye ku mifahek baş jê wergirin, û hîn bibib ku çawan demokrasiyê rêve bibin”.

Navbirî derheq tepeseriya gelên Îranê ji aliyê rejîma paşatiyê de jî got: “Li dewrana rejîma paşatiyê de li raserî Îranê de tewaya gelên Îranê wek Belûç, Turkemen, Ereb, Azerî û Kurd ji tewaya mafên netewî hatibûn bêpar kirin. Dersxweandina bi zimanê wan gelan qedexe bû, pêşiya bilavbûna her cure pirtûk, kovar û rojnameyan dihate girtin, û çand û kevneşopiyên wan gelan li tehlûkeya jinavçûnê de bû, jiber ku rejîma paşayetî hewil dida ku ziman û çanda neteweya serdest bi ser gelên din de bisepîne., û siyaseta bi Farskirina gelên Îranê girtibû pêş”.

Di rastî de ew gotinên Dr. Qasimlo morala xelkê Kurdistanê gihande astê herî bilind. Lewra ew axavtinên wî ên wê demê bo heta heta di guh û mejiyê min de tên û diçin û niha jî piştî derbasbûna wan hemû salan hêz û moralê bona xebatê dide min.