Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du bazerganên Amrîkayî bi sûça firotina alavên qedexekirî bi Îran û Sûriyê hatin mehkûm kirin

20:23 - 24 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Du bazerganên Amrîkayî ji rêkirina kelûpelên leşkerî û xiyre leşkerî bo rêjîmên Îran û Sûriyê dest hebûn, hatin ceza kirin.

Nûçegihaniya “Associated press” di ayaleta Pêsîluaniya Amrîkayê de, 2 bazergan bi sûça firutina nayasayî ên teknolojî yên qedexekirî bi rêjîmên Îran û Sûriyê, bi 15 sala zîndan û 275 hezar Dolar cerîma nexdî hat mehkûm kirin.

Harold Rînko ji rêkirina alavên pêşkewtî bo welatê Sûriyê ceza 5 sal zîndan û cerîma nexdî a 25 hezar Dolar het mehkûm kirin û Hêlmot Urtman bi tawana rêkirina keresteyekî zaf yên pêwendîdar bi çêkirina balafir û tirombêl seza 10 sal girtîgeh û 250 hezar Dolar cerîma nexdî hat mehkûm kirin.

Li gor wê raporê, hemû ew alavane ku bo rejîma Îran û Sûriê hatin rêkirin li du varên leşkerî û xiyre leşkerî karaya wan hebûye û li gorî dorpêçên Amrîkayê rêkirina wan kerestana bo Îran û Sûriyê qedexeye û ceza vê heye.