Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çalakvanên ferhengî yên Kurd li bajarê Pawê bo dadgehê hatin bangkirin

16:11 - 10 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Du çalakvanên wêjeyî û çandî yên Kurd li bajarê Pawe ku li Adar a 2013’an, hatibû girtin û piştre bi danîna wesîqe hatibûn azad kirin, bo dozgeriyê hatin gazî kirin

Li gor raporta Kurdistanmedia, “Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî” du çalakvanên çandî û wêjeyî yên Kurd, xelkê bajarê Pawe, roja Yekşemî 6’ê Nîsan a 2014’an, bo dadgeha vî bajarê hatin bang kirin.

Çavkaniyeke hayîdar bi nûçegihanê Kurdistanmedia ragihand: Du çalakvanên Kurd yên han bi hinceta “Ragehandina tometên wan” bo dozgeriyê hatine gazî kirin.

Dozgeriya “Ragehandina tomet”a wan du çalakvanane bi serperestiya dozger Mihemedzade li bajarê pawe birêve çû.

Meha Adar a 2013’an, “Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî” paş dijkiryar û û gefên Mela Qadir Qadirî pêşnivêjê Pawê ji ber nivîsna deqa Kurdî bi navê “peyvek bo serxweşî” li serxweşiya kesayetiyeke navdêr yê wî bajarî, ji aliyê îdareya Îttlatê ve gazî kirin û binçav kirin.

Her di vê pêywendiyê de mela Qadir Qadirî li dema çuna rêûresma serxweşiya kesayetiyê navbirî, peyama wan çalakvanan bi dijî ol û qeşmerî li qelem da.

Pêşnivêjê Pawê serbarî bêhurmetî kirin bi peyamê, gotibû: Hevceye zext û givaş bêxine ser çalakvanên koltorî û ev kesên ku ev peyame nivîsandine û bi tundî lêpirsînê ji wan bihê kirin.

Piştî wan axaftinên mela Qadir di gotara Înê de, du kes bi navên Kêyhan Ezîzî û Davûd Xefarî, endamê encumena koltorî – çandî ya bajarê Pawê, ji aliyê îdariya Îttlatê vî bajarî vê hatin girtin.