Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

du çalakvanên siyasî yên Ereb, li Îranê hatin îdam kirin

12:14 - 30 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: Haşim Şebanînijad û Hadî Rşidî, du girtiyên siyasî yên Ereb û xelkê bajarê Xelîfe (Ramşehir), li cihek nediyar hatin Îdam kirin.

Li gor nûçeya gehiştî bi Kurdistanmedia; hikmê darvekirina wan çalakên siyasî yên Ereb ji aliyê liqa 32 a Diwana Bilind a wilatê Îranê we hatibû pesend kirin û heyamek berî niha ji aliyê îdareya Îttilaat we bo cihek nediyar hate veguhastin û 3ê roj berî niha hatin darvekirin û roja çwarşemiyê îdareya îttilaat a îranê Îdama wan 2 çalakan ragehand.

Rayedarên Evlehî yên Îranê li Ehwazê, cihê veşartina termê wan çalakvanan ji malbatên wan re nedane kifşê û biryare paşan cihê wan bi malbatên wan re bidin eşkere kirin.

Haşim Şebanînijad ku heyamê 7 sal in û Hadî Raşidî ku heyamê 6 sal in li Ehwazê bi sûçê dijayetî kirin tevî xwedê û pêxemberan hatibûn ceza kirin, piştre jî hatin îdam kirin.