Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du çodar li devera Pîranşehrê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin

14:11 - 25 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Du çodar xelkê devra Pîranşehrê paş şopandin ji aliyê hêzên Hengê merzî ve hatin girtin û 30 ser ji bez û devarên ew du çodar jî ji aliyê wan hêzane ve hat zewtkirin.


Du hemwelatiyê Kurd ê han 30 ser bez û malat tevî wan bû ku hêzên Hengê merzî ên Pîranşehrê bi gumana ewê ku ew ajelane bi hinceta firutin bo sînor tê veguhastin, her du xwediyên ajelan hatin destbiser kirin û bez û devarên wan jî zewtkirin.
Diyardeya zewtkirina bez û malatên hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve li wan çend salên dawî de ser hildaye û ew hêzane li piraniya haletan de piştî kuştina ajelan bi ser bingehên leşkerî ên xwe li deverê de bilav dikin.
Di vê pêwendiyê de çend rojan berî niha li gundê “ target=_blank>Qebrê Husên”a ser bi devera “Mengurayetî”a Pîranşehrê, seba zewtkirina bez û devrarên hejmarek hevwelatî, şer û pevçûn di navbera xelkê û hêzên Întizamiyên rejîma Îranê çêbû, ew hêzane naçar man bo bargehên xwe paşekişî bikin.