Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du endamên PDK Îranê , tirsa dîportkirinê li ser wan e

14:35 - 1 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Du endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi navên “Ferîd û Mehmûd Inayetî” li welatê Nurwêjê, tirsa dîportkirinê li ser wan e.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, 2 endamên PDKÎ li welatê Nurwêjê bi navên Ferîd Inayetî û Mehmûd Inayetî ku heyamê 4 salan li welatê Nurwêjê akincîne, tirsa evê heye ku bo welatê Îranê dîport bikin.
Ferîd û Mehmûd di berwara 15’ê Ciriya Pêşîn a 2009’an de li welatê Nurwêjê akincî ne, lê 4 sal li 14’ê Ciriya Pêşîn a 2013’an, bi nameyek daxwaz ji van hatiye kirin ku welatê Nuwêjê bi cih bihêlin.

6659.jpg
Belgename


Ferîd bi malpera “Kurdistanmedia, ragihand, me li varî keysan ve tu aîrşeyak me tunebûye, tenê ewê nebe ku belgenama zîndanîbûn di Îranê de, tevî me nebûye, eva jî sedema jî bo vê digere ku rejîma Îslamiya Îranê belga zûndanîbûnê bi girtiyên siyasî nade ku di van welatane de hatine zîndanîkirin.

Ferîd Inayetî kurê Mehmûd Inayetî eva jî got: “ Rejîma Îranê hezaran kes zîndanî dike û bê belge hemû heyvan çendîn kesan bidarvedike bê evê ku belge hebe û tenanet kes bi wan sûçane jî nizane.

6658.jpg
Belgename


A niha du çalakvanên han piştî 13 salan derbiderî li welatê Turkiyê û Nurwêjê, tirsa tiportkirinê li ser wan e.