Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du erdhej bi hêza 3,1 û 3,5 rîşterê bajarê Pawe hejand

16:01 - 20 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Bo çendimîn car di çend rojên derbas bûyî de sibêdeya roja Yekşemî 20’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, 2 erdhej sînorê navbera bajarên “Pawe û Merîwan”ê hejand.


Yekemîn erdhej bi hêza 3,1 rîşter, demijmêr 4:38 deqan sibêdê rû da û paş 33 deqan, erdheja duyem bi hêza 3,5 rîşter qewimî û li gor dawîn agahiyan heya niha tû xisaretek dûrde nebû.

Çend roj berî niha erdhejekî din jî bajarê Pawe hejand, lê tû xisareke canî û malî dûrde nebû.

Di vê pêwendiyê de li berwara 15’ Çiriya Pêşîn a 2013’an, erdhejek bi hêza 4,4 rîşter bajarê “Selasa Bawecanî” hejand.