Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hemwelatî yên Kurd di nav avê de xendiqîn

14:47 - 28 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di bajarê Urmiye û Bîcarê du hemwelatî yên Kurd di nav avê de xendiqîn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemî bervara 26’ê Nîsan a 2014’an, cahêlekî Kurd bi navê Rehîm Pîroî temen 34 salî, kurê Ezîz xelkê gundê “Halolan”a devera Tirgewera Urmiyê, ku bi hinceta bidestanîna debara jiyana xwe çûbû ser sînorê Turkiyê, di dema ku xwastiye li ser çemê “Cêmir” derbas bibe seba zorbûna avê, dikeve nav avê û her li cihê dixendine û canê xwe dest dide.

Paş hayîdarbûna malbata wî ji aliyê hevalan ve, lêgerîna nav çem dest pêkirine û paş geranekî zor termê wî li gundê “Beresor”a Tirgewera Urmiyê peyda kirine.

Seba nebûna kar û dahat û pîşe bo hemwelatiyan, salane hejmareke zaf bi armanca dabînkirina debara jiyana xwe û malbata xwe, diçine ser sînoran û canê xwe ji dest didin.

Ji aliyek din ve jî ciwanekî din yê Kurd li bajarê Bîcarê bi navê “Elîriza Mubarek Abadî Bîcar” temen 17 salî, dikeve nav çemê Qizil Ozon helkevtiye li 15 kîlomêtriya bajarê Bîcarê û dixendiqe û di encam de canê xwe ji dest da.

Navbirî ku xwendekarê duyem a amadeyî bû di dem xweavêdanê dixendiqe û canê xwe ji dest dide.

Di salên 1391 û 1392’a Rojî de, seba xendîqîna navê avê de 41 kes li parêzgeha Sinê, mirine.