Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hemwelatiyên Kurd li Bokan û Pîranşehrê hatin girtin

15:04 - 13 Adar 2014

Kurdistanmedia: Du hevwelatiyên Kurd li bajarê Pîranşehr û Bokanê, ji aliyê hêzên Ewlekar û Îtilat yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.

Li gor rapora kurdistanmedia, hemwelatiyeke Kurd xelkê gundê Zengiyawêa ser bi Pîranşehrê bi navê Mela Qadir Ehmedî kurê Omer, roja Sêşemî 11\'ê Adar a 2014\'an, ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê ve hat girtin.

Şahîdekî vê bûyerê bi nûçegihanê Kurdistanmedia ragihand: Hêzên Îtilatê serbarî bêrêzîkirin, hemwelatiyê han girtin û kampiyoter û hemûkelupelên wî dest biser de girtin.

Bi gotina şahîdê han, Mela Qadir Ehmedî paş heyamek destbiserkirin, bi danîna wesîqe hatiye berdan.

Di vê pêwendiyê de piştre jî hemwelatiyekî Kurd xelkê Bokanê bi tometa Kêşana ala Kurdistanê li ser tîşertê xwe ji aliyê hêzên Ewlehiyên rejîma Îranê ve hat girtin.

Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di destpêka meha Reşemeya 1392\'a Rojî ve heya 22\'ê Reşemeyê, 14 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.