Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hevwelatiyên Kurd li bajarê Şîrazê hatin kuştin û birîndarkirin

19:46 - 29 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Du hemwelatiyên Kurd xelkê devera Urmiyê bi qulleyên raste rastên hêzên rejîma Îslamî ya Îran li bajarê Şîrazê bûne qurbanî.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berwara 25’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li derwazeya çûna nav bajarê Şîrazê teqe ji tiromêlekî bi cirê Parayt kirin û di encam de hevwelatiyekî Kurd hat kuştin û yek din jî hat birîndarkirin.
Teqeya hêzên rejîm, bûye sedema kuştina hevwelatiyeke Kurd bi navê “Nûredîn Derwîzî” kurê “Qadir” xelkê gundê “Dêlewer û hemwelatiyeke din jî bi navê “Nayîb Xelîfezadê” kurê “Mistefa” xelkê gundê “Sincî”a ser bi herêma “Enzel”a bajarê Urmiyê bi tundî hat birîndarkirin.
Şahîdekî bûyerê bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragihand: Hêzên rejîma Îslamî a Îranê bi gumana hilgirtina kelupelên qaçax, tirombêla wan dane ber gulleyan, lê piştire derkevt ku di vê tirombêlê de tû kelupelekî qaçax tûnebûye.
Heya dema bilavbûna vê nûçeyê tû agahiyek ji rewşa tendurustiya “Nayîb Xelîfezade” ji ber dest nine û hêzên rejîma Îranê nehêştine ku malbata navbirî kurê xwe bibînin.

Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di meha Rezbera 1392’ a Rojî de, 19 hevwelatî ketine ber destdirêjiya gulleyên hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê di Kurdistana Îranê û deverên Kurdakincî ên Îranê de bûne qurbanî.