Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du hunermendên welatê Îtaliyayê ji hatin bo fistîvala Fecir xweparastin

12:04 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Du hunermedên xelkê Îtaliyayê, ku li ser daxwaza hindek ji hunermendên Îranê ku ji wan daxwaz kiribûn ku di fistîvala fîlm a Fecir de beşdarî nekin, û wan jî xwe hatin bo welatê Îranê parastin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Şemî, 28`ê Befranbarê, 2 hunermendên welatê Îtaliyayê bi navên, “Yûcîno Barba” û “Romêo Kastiloçî”, ku biryar bû di fistîvala fîlm a Fecir de beşdarî bikin, li ser daxwaza hindek ji hunermendên Îranê, ji hatin bo Îranê û beşdarî di wê fistîvalê de xwe parastin.

Hindek ji hunermendên Îranê, bo şermezarkirina kiryarên rejîmê li ser xistina balafira Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorît ve, û çewtekariyên rejîma Îranê, û piştewanîkirin ji xelkê tazîdar yên Îranê, ew fistîval baykot kirine, lewma wan daxwaz ji wan 2 hunermendên Îtaliyayê kiribûn ku ew jî vê fistîvalê baykot bikin.

Pêka çewtekariyên Pêwendiyên Giştî ya 38`emîn Fistîvala Fecir ku daye zanîn, beşdarînekirina wan 2 hunermendên Îtaliyayê, pêka biryara kompaniyayên wan bixwe bûye.

Rejîma Îranê gef ji wan hunermendan ku Fistîvala Fecir baykot kirine xwariye.