Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Îranî ji aliyê dezgeha dedweriya Kuyîtê bi sûça sîxurîkirinê bi zîndana heta hetayî hatin mehkûm kirin

22:34 - 7 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Çar kes ku du kes ji van xelkê Îranê bûn ji aliyê dezgeha dadweriya welatê “Kuyît”ê bi tawana sîxurîkirin bo rejîma Îranê bi zîndana heta hetayî hatin mehkûm kirin.

Nûçegehaniya Feransê bilav kir, dîwana dilinda welatê “Kuyît”ê li daxuyaniyekê de regehand, jin û mêrekî Îranî, kesek xelkê Sûriyê û hevwelatiyekî Kuyîtê bi sûça sîxurî bo Sipaha Pasdaran, bi hebsa ebedî hatin mekûm kirin.

Ew 4 kese agahî li ser Artişa “Kuyît” û binkên leşkeriyên Amrîka yê di wî welatî de kom kirine û radestê Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê kirine.

Dadgehekê li welatê Kinya yê 2 Îranî endamê Sipaha Psdaran bi navên Ehmed Ebulfethî û Mensûr Mûsewî bi sûça hilgirtina 15 kîlo alavên teqînê a “Ar. Dî. Îx” bi encama dana kiryarên terorîstî li welatê Kinya yê bi zîndana heta hetayî hatin mekûm kirin.
Her di vê pêywendiyê de Çend rojan berî niha Polîsê Kanada yê du kes kirêgirtiyên Elqaîdê hatine binçav kirin, ku pîlana kuştina sernîşînên şemendeferekî musafirî hebûne.

Polîsê wî welatî ragehandibû, ew du kese b i berdewamî serdana Îranê kirine.