Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du keçên xwendekar xelkê Riwanserê bi sûça çalakiyên siyasî hatin girtin

02:23 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Dozgeriya “Înqilab”a bajarê Riwanserê du xûşkên xwendekar bi 4 sal zîndana helawêstî mehkûmkirin.

Perîsa Ehmedî temen 26 salî û Xezal Ehmedî temen 29 salî û xelkê Riwanserê bi sûça endametî tevî partiyên siyasî û encamdana çalakiyên siyasî her du bi 4 salan hatin mehkûmkirin.
Ajansa nûçegehaniya Kurdpa bilavkir, ew du xwendekarên keç zîvistana sala derbas bûyî ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îranê ve hatin girtin û paşan li jê zext û givaşan de mecbûr bûn ku li kanala Pirês TV “Îtiraf” bikin.
Du keçên han hevdem ku xwendekar bûn, mêjûlê karê çandî bûn û li heftename û kovara “Dîdigah, Fecrê Omîd, Kirmanşan û Deryabar” kar dikirin.
Perîsa Ehmedî xwediyê birwanama “Lîsans”a “Erdnîgarî” li zanîngeha Peyamnûr a Kirmanşanê û herweha Xezal Ehmedî “Lîsansa endazyarî çavkaniyê sirûştî” li zanîngeha Sinê heye û a niha li zanîngeha Zahidanê li qonaxa karzana bilinda cuxrafiyayî a bajarê, mêjûlê xwendinê ne.