Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du kesên ku xwe wekî Polîsê Federal dabûne nasandin, hatine binçavkirin

12:40 - 8 Nîsan 2022

Nûçegihaniya “CBS” di raporekê de daye zanîn, du kesên ku xwe bi navê karbidestên Ewlehiya Polîsê Federal yên Amerîkayê dabûne nasandin, renge girêdayê Spaha Pasdaran û saziya ewlehiya Îranê bin.

Roja Pêncşemî 7ê Nîsanê, Dadistanên Amerîkayê ragihandine ku du kes yên bi navên “Ariyen Tahirzade û Heyder Elî” bi sedema vê ku bi sextekarî xwe wekî Polîsên Federal ên Amerîkayê dabûne nasandin û xwe li hejmarek ji karbidestên dezgeha Ewlehiya Amerêkayê nêzîk kiribûn, hatine binçavkirine.

Polîsê “FBI” roja Çarşemî li bajarê “Washîngton”ê ew du kesane di mala wan de binçav kiribûn û niha di girtîgehê de ne.

Pêka gotina Dadsitanên Amerîkayê, “Heyder Elî” ku di pasporta wî de 2 vîzeyên Îranê jî hene bi hin kesan re gotiye ku ew girêdayê dezgeha Ewlehiya Pakistanê ye, lê heta niha ew îdiaya wî nehatiye piştrastkirin.

Herwisa “Ariyen Tahirzade” pêşniyara dana malên “lûks û pent haws” û telefonên iPhone, sîstemên çavedêrî, televîzyon û alavên polîsî, bi karbidestên Ewlehiya Amerîkayê re dabû.