Roja Sêşemî 28`ê Nîsanê, balafirên şer ên Tirkiyê, bilindahiya çiyayê “Xwakurk”ê li ser sînorê Herêma Kurdistanê bombebaran kir û di wê bombebaranê de du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê yên bi navên, “Faxir Tazê Warid” ê 35 salî û “Reşîd Pîrutî” ê 36 salî, canê xwe ji dest dan.
Ew du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê, bi mebesta komkirina giyayên biharê serdana bilindahiyên “Xwakurk”ê kiribûn û ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin.
Heya niha termê wan du welatiyên kurd radestê malbatên wan nehatiye kirin.
Çiyayê Xwakurkê dikeve di navbera bajarê Şînoyê ya Rojhilatê Kurdistanê û Soran li Herêma Kurdistanê û navçeya Colemêrg a ser bi Bakurê Kurdistanê.
Piştî şikesta gotûbêjan di navbera dewleta Tirkiyê û Partiya Kirêkar a Kurdistanê, PKKê de, şer û pevçûneke dijwar di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê, di wê navçeyê de rûy daye û berdewam e.