Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du zarokên Kurd li devera sînoriyên Hacî Omeranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve destdirêjî bi van hatkirin

15:21 - 8 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Du zarokên Kurd li devera çiyayên Hacî Omeranê ji aliyê hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê ve dane ber guleyan.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ew du zarokên han bi navên Nadir û Mistefa di dema ku mêjûlê çerandina terşê xwe bûn ji aliyê hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê ve teqe bi wan hatkirin.

Ev du zarokane di temen 12 û14 saliyê de li encama ew teqane tuşî tirs û xufê bûne.
Ew teqekirina hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê ji akinciyên devera sînoran nigeraniyeke berçav bo akinciyên ser sînoran bi taybet devera Hacî Omeran ku Herêma Kurdistanê cê bûye.

Hêzên rejîma Îslamiya Îranê heyamek berî niha jî hejmarek şivan dabûne ber guleyan û li encam de hevwelatiyeke xelkê Herêma Kurdistanê hat birîndarkirin.