Kerîm Perwîzî
Sala 1358 a Rojî, dema ku hilbijartinek bo nûnerên meclisa damezraveya yasaya bingehîn piştî şoreşa bi talanbirina xelkê Îranê hate kirin, li parêzgeha Urmiyê Dr. Qasimlo wekî nûnerê Kurd û Azeriyên akincî di wê parêzgehê de deng anî, lê Xumeynî ragihand ku hekî bê Tehranê em nahêlin here û emê wî îdam bikin.
Eva tev kîna ayetûllahekî kevneperest bû ku Qasimloyê mezin wekî çiqekê li çavê îdolojiya wêran a xwe de didît û paşeroj li Xumeynî şîlû kiribû.
Sala 1368 a Rojî, di çileya mirina Xumeynî de, terorîstên ku ji aliyê Refsencanî û Xamineyî ve hatibûne şandin, Dr. Qasimlo di cejna Qurbanê de kirin bi qurbaniya mirina celladê Cemaran û bi vî awayî xwestin Qasimlo li Kurdistanê reş bikin û di Îranê de ti keleke bi bîr û bawer xwe di hember wan de ranegre.
Ew hemû pîlan û dijayetiya ku bo Dr. Qasimlo hebûn, yek li pey yek hatine pûçelkirin û heta terora cesteyî ya Dr. Qasimlo bû bi sedemê denkvedana zêdetir a bîr û bawer û xebata wî rêberê mezin ê netewî û demokrat, û ne tenê li Kurdistanê, belkî di asta Îran û cîhanê de jî rejîma destçêkirî a Xumeynî li hemû demê zêdetir rezîltir kir.
Dr. Qasimlo, di jiyan û xebata xwe de, bi hemû şiyanekê ve di ximeta gelê xwe de bû û lewma salane hezaran kes di vê rêbazê de dibêjin: “Qasimlo, Qasimlo rêya de berdewam e”.
Ev berdewamiya Qasimlo li hizir, yad û di nav ruhê netewa xwe de ye ku berdewam xortên hogirê wê rêbazê bi bawerek qahîmtir ve tevlî karwanê xebata Rojhilatê Kurdistanê dibin, rejîma paremayî ya Xumeynî li her demê zêdetir nîgeran kiriye û piştî çar dehik pîlan û sê dehik li terora cesteya Qasimlo, niha jî kevtine cesteya bîr û hizir û yada Qasimlo û bo vê karê xwe yê gemar jî tev pênûsên kirêgirtiyên xwe çalak kirine.
Bi çewtkirina çend rûpelek û çalakkirina çend pênûseke kirêgirtiyên xwe, ev nikarin rûmeta rêberekê xîç bikin ku di nav tev belgeyên dezgehên îtila`at û sîxurên xwe de geran û heta piçûktirîn belge jî peyda nekirin ku derbeyekê li beşên din ên Kurdistanê bide.
Dr. Qasimlo, dehik li pey dehikê, darêjer û avakerê pêwendiyên nav beşên cuda ên tevgerên Kurd bû û di wê pêxemê de jî tev têkoşerên rasteqîne yên hizb û aliyên siyasî yên tev beşan, şahidê kar û lixwederbasbûn û xemxwarî û meznahiya wî ne û ti hewcehiyek bi baskirin û berevanîkirin li wî nake, çimkî neteweyek bi wî nevî ve bi hereket tê û kela sitemkartirîn û terorîstirîn dever bi wî navê dihejin.
Eva ku di vê kurtenivîsê de hewce ye bê gotin û mebest e, eva ye ku di vê dem û satê de pîlan û hewla şikandin û xîçkirina navê şehîd Dr. Qasimlo, dûbarebûna hewlên bê bandor û şikestxwarina Xumeynî û peyrewên wî ne, ku tenê karîne cestyeyê Qasimloyê rêber ji me bistînin, û li asta meznahiya kesayetî û bîra wî de, ew pîşûyek in li hember gûpika Qafê.