Kurdistanmedia: Piştî bêrêziyên kompanyaya Îransêl bi ola Sunî û xulefayên Raşidîn, hevwelatiyên bajarê Bane bi nîşana îtiraz dûkan û bazarên xwe dixistin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja çarşemî berwar 31’ê Tîrmeha 2013’an, hejmerek welatî û dûkandarên bajarê Bane bo narizayetî derbirîn hember bi bêrêzî kirina dezgehên rejîma Îranê bi ol û baweriya xelkê girev girtin û amade nebûn biçine ser îşê xwe.
Heyamek berî niha kompanyaya Îransêlê ku ser bi sipaha pasdaranê ye, li kêberkeyekê de bêrêzî bi kesayetiyekî cihê bawer û peyîrewên ola Sunî kiribûn û ew bêhurmetiye li kurte namayekê de bilav kiribûn.
Ew bêrêzî kirina kompanyaya Îransêl narizayetiyekî berbilav ên xelkê lê helkevt û divê pêwendiyê de Mewlana Ebdulhemîd Kesayetî berçav ê ola Sunî daxwaz lêkolînê ji vê kompanyayê kir.
Çenda salek berî niha jî banka Sadirat a Sîstan û Belûçistanê li roj jimêriya xwe de bêrêzî bi ola Sunî kiribû û hevwelatiyên Sunî ên wî parêzgehî hemû darayên xwe li vî bakî de derxistin.