Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dûkanekî qumaş firoşiyê kete ber êrîşa Narincekên Selefiyên bajarê Ciwanro

22:00 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Li bajarê Ciwanro hejmarek endamên Selefiyan bi Narincek êrîşkirine ser dûkanekî qumaş (Parçe) firoşiyê.


Şeva yekşemî 7’ê Tîrmeha 2013’an de, hejmarek endamên Selefiyên bajarê Ciwanro bi bê sebeb êrîşkirine ser dûkanaekê û xwediyê vê dûkanê dane ber kêran.
Welatiyekî bajarê ciwanro da zanîn ku ev Selefiyene hejmara wan 5 kes bûne û tevî xwe narincek jî anîn bûn.
Her divê pêwendiyê de malpera “Dana” tevî pişt rastkirina vê nûçê ragehendin, ev 5 kese narincekek avêtine nav vê dûkanê û hemû muqaşên vî dûkanê şewitîne.
Hevwelatiyên bajarê Ciwanro li ser vê bawerê ne, ew Selefiyene bi awayekî narasterast ji aliyê rejîma Îslmiya Îranê ve piştîvaniya wan dikin, wan welatiyane eva jî anîne ser ziman: Heya niha çendîn caran karên xirap ji aliyê Selefiyan hatiye kirin û rejîm jî bo vê tiştê bêdenge.

Çend roj berî niha ciwanekî Ciwanro bi navê “Hîwa Mihemedî” li encama bombebarana balafirên şer de li devera “Ezîristan”a Pakistanê hatibû kuştin.