Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duyemîn hevwelatiyê Yarsanî ku şevat berdabû canê xwe, canê xwe ji dest da

21:16 - 11 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hesen Rezewî welatiyê Yarsan, ku heyamê çend rojan berî niha li ber deriyê fermandariya bajarê Hemedanê agir berdabû canê xwe, canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, îro sêşemî berwar 11\'ê Hezîran a 2013\'an, Hesen Rezewî seba rêjeya zor ji bedana wî şevatî, wefatkir.

Hesen Rezewî hevdem ligel Nîkmerd Tahirî li 4 û 5\'ê Hezîranê lê li yek bajar û li yek cihî, bi nîşaneya nerizayetîeşkerekirina li hemberî sivikatî kirina rejîma Komara Îslamiya Îranê û dezgehên Îtilaatî bi ayîna Yarî, û bîrûbaweriya xelkê peyrewê vê ayînê, agir berdane laşê xwe, û mixabin yek ji wan canê xwe ji dest da û ê din jî canê wî di tirsê de ye.

Ev du hemwelatiyê han piştî taşîna simbêlê welatiyeke yarsaî ji aliyê hêzên girtîgehê ve, agir berdabûne cestê xwe.
Çend roj berî niha hejmarek li çalakiyên Yarsanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji xelkê çavnetirs yê Kurdistanê û bi taybetî xelkê Parêzgeha Kirmaşanê kiribûn, ku li hemberî vê zilm û naberaberiya dewleta tepeserkar ya Îranê ku pitir ji 3’ê dehikane li hember xelkê Kurdistanê birêve dibe, bêdeng nebin û jibo bidest anîna mafên me yên Însanî û herwusa piştewanî ji wan du ezîzên me ku canê xwe jibo armancên derheq yên me kirine gorî, bi yek deng nerazîbûna xwe li hember deriyê parêzgariya Kirmaşanê nîşan biden.

Her divê pêwendiyê de berwar 9\'ê Hezîranê hemwelatiyên bajarên Sehne, Kirmançan û Hemedan û çendîn bajarên din li ber deriyê parêzgeha Kirmanşanê pêşvaziya xwe ji xelkên Yarsan derbirîn.

Êwareya roja yekşemî 9’ê Hezîran a 2013’an, “Meyîsem Heyîderî û Resûl Keremî” li mala xwe de ji aliyê hêzên îdareya sîxuriya rejîma Îslamiay Îranê ve hatin girtin.