Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebas Papîzade: Li gel tep û tozê “Oraniyum” jî heye

20:38 - 19 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Endamê komîsyona werzêrî, av û çavkaniyên sirûştiyên parlemana Îranê bilav kir, li nava bahoza tep û toza Îranê de oraniyom heye û li derheq vê yekê huşdarî da.


Ebas Papîzade bi malpera “Xanê Mîlet” (Mala Mîlet) ragehand, pitir ji 14 parêzgehên Îranê bahoza tep û tozê dibarer û tirsa vê heye ku ev tep û toze xisarekî tendurustî bigehîne hevwelatiyan.
Papîzade eşkerekir, rêjeya tep û tozê li parêzgeha Xûzistanê li hemû cihên din zaftire û seba xemsariya berpirsan, xelkekî zaf tûşî nexweşiyê bûne.
Ev bahoza tep û toza wusa lêkiriye ku berhemên werzêran bi awayeke berçav kêm bibe.
Nûnerê parlemanê Papîzade eva jî anî ser ziman, ev tep û toze li welatê Îraqê ve tête Îranê û li gel xwe huriyên barut û oranioiyomê tîne.
Ev bahoza tep û tozê li sala 1387’a rojî, rû Îranê kiriye.