Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulezîz Qasim: PDKÎ cihekî bilind di nax û wijdana miletê kurd de heye û herdem cihê hêviya vî miletê ye

13:33 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2020

Bi hilkefta 25ê Gelawêjê, 75emîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê me digel “Ebdulezîz Qasim” hevpeyvînek hebû. Navbirî bi wî awayî bersiv da.

Hevpeyvîn: Keyhan Mihemedînijad

P: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ber bi 75 saliya avabûna xwe ve diçe, gelo tu wekî kesekî siyasî û revşenbîr xebata wê partiyê çawa dinirxînî?

B: Ez li destpêkê 75 salroja damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li tevaya gelê kurd û bi taybetî li Rojhilatê kurdistanê û pêşmerge û malbatên şehîdan û endam û alîgirên wê pîroz dikim û hêvîdarim ku ev helkeft bi xêr û xweşî li ser Gelê me vegere, herwiha ji ber nirxa mezin ya rêberê kurd şehîd Pêşwa Qazî û Komara kurdistan (Mihebad) dikarim bêjim ku pêdivî heye ku yubîla almasî ya PDKÎ wekî helkefteke netewî û dîrokî li tevaya kurdistsnê bihête saxkirin, herwisa ku damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji berî 75an wekî yekem partiya siyasî li tevaya kurdistanê, pêdivî bi gelek nivîs û lêkolîn û babetên dîrokî û siyasî û civakî heye, û peydabûna modêla partiyeke demokrasî wekî PDKÎ li Kurdistanê ji berî 75 sala bi xwe bûyerek siyasî û dîrokî girîng bû ji bo pêşvebirina xebata netewî û bihêzkirina têgeha nasiyonalîzma kurdî nemaze di serdema belavbûna modêla komel û partiyên komînist de.

P: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêwendiyeke dostane digel Partiyên Rojavayê Kurdistanê hebû û heye. Gelo pêwendiyên PDKÎ digel partiyên Rojavayê Kurdistanê li çi astekê de bûye û tu çawa dinirxnî?

B: Têkiliyên dostane di navbera PDKÎ û partiyên Rojavayê Kurdistinê de her ji dema Dr. Qasimlo û heta niha hene, lê mixabin ku ew pêwendî ne di asta pêdivî de ne bi tenê dikevin di nava çarçoveya hevdîtinan de, ku pêdivî bi têkiliyên zêdetir heye, her ji ber pirsa netewî û herwiha jî ji ber têkiliyên di navbera rejîma Sûrî û rejîma Îranê de ji ber wiha pêdivî bû li hember wan têkilî di navbera Rojhilat û Rojava de zêdetir be, dîsa pêdiviya me têkiliyên rewşenbîrî jî hene, û mixabin têkilî di nava kurdên diasporaya de jî gelek lawaz in, herdem ku pêdiviya me heye bi têkiliyên xurt li ser binyata yek netew, yek welat, yek çarenivîs di navbera Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr de.

P: Gelo tu derbasbûya PDKÎ li derheq pirsa netewa Kurd bi giştî çawa dibînî?

B: Goman nîne ku PDKÎ partiyeke netewî ya Gelê kurd e, ku xebata wê dirêjîpêdan û berdewamî ye ji bo xebata rizgarîxwazî ya Gelê kurd ya ku her ji serdema serhildana Nehrî û Semkoyê Şikakî û komela JK e, û damezrandina komara kurdistan (1946-1947) baştirîn belge li ser selmandina rêbaza netewî ya PDKÎ, û her ku xebata netewî ya PDKÎ di serdema Dr. Qasmilo de xuya bû û heta îro ku ew xebata netewî bi xebata nû ya bi navê "Rasana Rojhilat" ve berdewam dibe ji bo heman daxwazên şoreşên kurdî û Komara Mihabad e, ji bo misogerkirina mafên netewî yên Gelê kurd û parastina xaka kurdistanê ye.

P: Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê xebatê dike ji bo bidestveanîna mafê netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistan. Gelo tu siyaseta PDKÎ li derheq parçên din ên Kurdistanê çawa dibînî?

B: Bi rastî rêbaza netewî ya Partiya Demokrat ya kurdistana Îranê xuya ye û bi bawariya min siyaseteke bi aqilmendî peyrew dike dûr ji tundrewiyê û milmilane û hevrikiyên olî yên dinabera şîe û sine de.

PDKÎ bi siyaseta xwe derbirînê ji daxwaz û xwestên miletê kurd dike û herwiha derbirînê ji opoziyaneke lêberal û moderin dike ji aliyê avakirina sîstemeke sikolar û demokratxwaz û li gorî agahiyan ku têkiliyên dîplomat yên baş digel Fransa û Ewropa hene, û xwedan sengek cemawerî mezin e, tevî ku PDKÎ xwedan serbor û dîrokek mezin e, lewra dikare bi rolek mezin rabe, nemaze ku hemû rêberên vê partiyê hatine şehîdkirin "Pêşewa Qazî, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî”, ji ber vê yekê PDKÎ cihekî bilind di nax û wijdana miletê kurd de heye û herdem cihê hêviya vî miletê ye, û milet çaverê paşerojeke geş e, û bi xebata "Rasan" careke din hêviyên milet bi partiya Pêşewa û Qasimlo bihêztir dibin bi hêviya ku careke din bikaribe bi roleke mezin li ser asta Rojhilatê kurdistan û herwiha li tevaya kurdistanê rabe, ku “Komara Kurdistan” li ser destê pêşmerge û neviyên kelha dimdim û xelkê pir bi rûmet yê "Rojhilat" nûjen û dubare bibe.

Pîroz be 75emîn salroja damezrandina PDKÎ

Her bijîn û serkevtî bin