Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ebdulla Ebasî naskirî bi “Pola” kurê Xudakerem, sala 1327’an (1948) li gundê “Wizman” a ser bi bajarê Diwanderê tê dinê.

12:52 - 10 Kanûna pêşîn 2013

h: rehim gerguli

Ebdulla Ebasî her di zarokatiya xwe de babê xwe ji dest dide û xwedîkirina wî dikeve stûyê kurmamê wî. Kurmam jî tevî Pola pir xirab dibe û nahêle ku pola here xwendingehê û bi vî awayî ji xwendinê bêpar dibe. Lewra Ebdulla Ebasî dibêje ku her di zarokatiya xwe de min jiyanek zehmet û pir ji êş û elem derbaz kiriye.

Ebdulla Ebasî derheq nasyariya xwe bi PDK Îranê re dibêje: “Li derdora me xelkê pir basa PDK Îranê û Komelê dikirin, min nedizanî ku PDK Îranê kîjan partî ye, lewra min ji xizm û kesûkarên xwe berdewam pirsyar dikir û ewan jî, ji min re digotin ku hekî rojekî herî nava partiyek Kurdî de, gereke tu herî nava PDK Îranê de, eva bû ku min PDK Îranê naskir, û min ew partî ji xwe re bo pêşmergatiyê hilbijart”.

Pola tevlîbûna xwe bi PDK Îranê re weha tîne ziman: “Bo cara yekemîn sala 1362’an(1983) min li gundê “Tewekilan” a derdora me pêşmerge dîtin, wî çaxî Kak Şahrox fermandeyê hêza Dîwanderê wate hêza 2’ê Rêbendanê bû. Piştî midehekê ez tevlî partiyê bûm û bûm pêşmerge. Her di yekemîn roja pêşmergatiyê de em ketin nava şerek giran tevî hêzên kirêgirtî ên Komara Îslamî, min tucaran şer nedîtibû û nekirbû, lê bi vî halî jî min şereke pir ji lehengî kir, piştî wî şerî nasnavê Pola, bi min hate dan”.

Pola dibêje: “Di heyamê pêşmergatiya xwe de 7 caran birîndar ketime. Dema nexweşxaneya PDK Îranê li Gewredêyê bû, ez bi giranî birîndar ketim, Şehîd Qasimlo hat û gellek daxwaz ji min kir ku bona çareseriya birînên xwe ber bi derveyî welat herim, lê min daxwaza wî qebûl nekir û jêre got hekî qirar be ez bimrin, dibe di nava partiya xwe de bimirim”.

Ebdulla Ebasî derheq rojên herî xweş û nexweş ên jiyana xwe dibêje: “ Rojên herî xweş ên jiyana min ew roj bûn ku me xwe berhev dikir bona çûyîna menteqê û me’muriyetên partiyê. Lê roja herî nexweş a jiyana min roja şehîdketina rêberê gelê Kurd Dr. Qasimlo bû. Wê rojê em li derdora Banê bûn û ber bi devera Seqizê diçûn, em pir dilgiran bûn, û di hember vê cînayeta Komara Îslamî de, li bilindahiyên Kêwereşê me emeliyatek kir ku sed kes ji hêzên Komara Îslamî bi dîl hatne girtin, û hejmara kuştiyan jî bi qasaekê zaf bûn ku nedihatin hejmartin”.

Pola derheq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1374’an(1995) li binkeya Bayincan a PDK Îranê min digel Korde Soltanî jiyana hevpar pêk anî û berhema jiyana me jî keç û kurek e”.

Ebdulla Ebasî rû li xelkê Kurdistanê dike û dibêje: “Daxwazê ji xelkê Kurdistanê dikim ku yekgirtî bin û alîkarê PDK Îranê bin, jiber ku bona asûdehiya wan xebatê dike, û herweha daxwazê ji wan Kurdan dikim ku ji aliyê Komara Îslamî ve hatine xapandin ku destan ji wî karê qirêj hilgirin, hekî ne dîrok karê wan ji bîr nake”.
Di dawiyê de pola dibêje: “Tenê hêviyek min heye ew ji ev e ku cardin em weke PDK Îranê vegerin Kurdistana xwe û bi xizm û kesên xwe, û axa xwe şa bin”.