Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Edlî Mensûr bû serkomarê Misrê

21:45 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Piştî ji karavêtinana serkomarê pêşîn yê Misrê ji aliyê Arteşa vî welatî ve, Mihemed Edlî Mansûr bo Serokomariyê sund xwar û dest bi pêywira xwe kir.


Piştî jikaravêtina serokomarê pêşîn yê Misrê Mihemed Mursî, cîgirê dadgeha bilind a desturî yê Misrê şêvirmen Mihemed Edlî Mensûr sunda yasayî xwar û wek serokomar dest bi kar dike.
Şêvirmend Edlî Mensur îro 4’ê Tîrmahê li pêşiya endamên komeleya giştî ya dozgeriya desturî sunda yasayî xwar.
Roja çarşemî 3’ê Tîrmeha 2013’an, wezîrê berevaniya Misrê fermandarê giştiyê hêzên çekdarî Ebdulfetah Sîsî daxuyaniya Artêşê bi amadebûna serokê bereya Înqaz Mihemed Berad`î û şêxê Ezher xwend û dawî li desthilata Mihemed Mursî anî.
Edlî Mensûr li sala 1992’an yeha 4 rojan berî niha cîgirê dadgeha bilind a desturî bûye û li berwara 30’ê Hezîranê weke serokê dadgeha bilind a desturî yê Mîsrê hatibû hilbijartin.
Edlî sala 1945 li Qahirê ji dayîk bûye û xwediyê birwanameya Lîsana mafzanî ye.