
Saziya Efûya Navnetewî car din li ser rûpela xwe ya “Twitter”ê teîd kir ku “Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî yê Kurd di bin îşkenceya hêzên rejîma Îranê de rastî îtirafa bizorê hatiye û ji “Elî Xamineyî” rêberê rejîma Îranê û berpirsên din ên pêwendîdar ên rejîmê xwast ku hikma îdama wî girtiyê siyasî yê Kurd hilûşînin.
Saziya Efûya Navnetewî teîd kirye ku divê dadgeheke dadperwerane bo “Heyder Qurbanî” bi rê ve here.
“Heyder Qurbanî” girtiyê siyasî ê temen 48 salî û xelkê bajarê Kamiyaran ê ser bi parêzgeha Sineyê meha Rezbera 1395`an a Rojî, bi tohmet “hevkrîkirina di kuştina çend kes ji bikirêgirtiyên rejîma Îran”ê hate girtin.
Meha Reşemeya heman salê televîziyona Îngilîzî ziman a “Pres Tv” bi nîşandana dêkomînterek bi navê “ajotvanê merg” beşek ji îtirafa bizorê a wî girtiyê Kurd belav kir.
Heyder Qurbanî, 14`ê Rezbera 1398`an a Rojî, bi tohmetên “lêdana fîzîkî û birîndarkirin bi çek, beşdarî di kuştina bi zanebûn, hewildan û revîn ji peyketin û hikimdan û cezadan, hevkarî li kuştina bi zanebûn, destpêka kuştina bi zanebûn, guherîna pilaka maşînê, dizîna mirovan û wergirtina malê dizîvê, hevkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurdî ên opozsiyonên dijberên rejîma Îranê” di taya 1 a dadgeha Keyferî ya Sineyê de hate cezadan.
Ew girtiyê siyasî yê Kurd di dadgeha taya 1 a Keyferiya Sineyê de bi sê car girtîgeha te`izîrî her yek ji wan 30 sal girtîgeh hate cezadan.
Heyder Qurbanî, roja Sêşemî 8`ê Rêbendana 1398`an a Rojî, ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a Sineyê ve, bi tohmeta “bexî, hilgirtina çekê li dijî rejîmê û nîzama rejîma Îslamî” bi îdamê hate cezadan.