Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Efxanistanê kirrîna mirîşkan ji Îranê da sekinandin Ji ber belavbûna nexweşiyê di nav mirîşkên Îranî de

10:08 - 7 Şibat 2019

Kurdistanmedia : Hikûmeta Efxanistanê kirîna mirîşkan û berhemên wan ji Îranê qedexe kir.

 Wezareta Çandinî û Ajeldarî ya Efxanistanê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ji ber parastina silametiya xelkê Efxanistanê biryar dane bi awayekî demkî kirrîna mirîşkan û berhemên wan ji Îranê qedexe bikin.

Di daxuyaniya wê wezareta Efxanistanê de hatiye gotin ku wan ew biryar piştî encama raporta Sazimana Veterneriya Îranê û Sazimana Cîhanî ya Tenduristiyê dane.

 Ji ber ku di raporta wan sazimanan de hatibû gotin ku di nav mirîşkên Îranî de nexweşiya enflonza belav bûye.

 Li gorî naveroka biryara hikûmeta Efxanistanê, piştî 21 rojan rewş dê dîsa were nirxandin û biryarek nû were dayîn.

 Beşek mezin ji mirîşk û berhemên mirîşkan yên Îranê ji aliyê Efxanistanê ve tê kirrîn.