![](/weney-mallperr/4495.jpg)
Kurdistanmedia: Li encama êrişên hêzên Sopaha Îraqê bo ser xwepêşandanên Sunî yên bajarê Hewîce li parêzgeha Kerkûkê 200 hevwelatî bûne qurbanî û hindek çavkanî bas li dest têdebûna rejîma Îranê li vê kuştarê dikin.
Wezîrê Sunî mezhebê Perwerde û hînkirina Îraqê li lêkdanekê de bo kanala Elcezîrê eşkere kiriye, li naw hêzên supaha Îraqê de ku êriş kirine ser xwepêşandan hindek kes hebûne ku bi zimanê Farsî axavtin kirine û egera vê heye ewane ser bi rejîma Îranê bin.
Roja 23’ê Nisan a 2013’an, xwepêşandanên bajarê Hewîcê li hikûmeta Nûrî Malikî ji aliyê supaha Îraqê ve êriş kirine ser û li encam de 50 hevwelatî hatine kuştin û 150 kes jî hatine birîndar kirin.
Li gorî dawîn agahiyan hejmarek ji birîndaran bo bajarê Silêmaniyê hatine rêkirin.
Pitir ji 4 mehe hevwelatiyên Erebên Sunî yên Îraqê bi dijî Siyaseta Nûrî Malikî dest bi nerazîbûnê dane û xwepêşandan dikin.
Li heyamê wan 4 mehane da bûyera roja sêşemî 23’ê Nîsanê xwînawtirîn bûyer bûye.
Her di vê pêywendiyê de yek ji naraziyan bi kanala Elcezîrê gotiye, xwepêşanan tu çekek ji gel wan nebûye û herweha pişkek li hêzên supaha Îraqê bi Farsî axivîne û egera vê heye li Îranê hatibin.