Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ehmed Muaz Xetîb dest ji serokatiya opozisyonê vekêşa

15:18 - 25 Adar 2013

Kurdistanmedia: Ehmed Muaz Xetîb Serokê koalisyona niştimanî ya hêzên opozisyonê Sûriyê, mezintirîn hêza opozusiyana dijberî rejîma Beşar Esed dest li karê xwe vekêşa.
Muaz Xetîb li peyamekê de ku li ser Fesbooka vî hatibû bilavkirin, dest li kar vekêşana xwe li berpirsayetiya koalisyona niştimanî ragehandiye û nivîsiye: “ Ez dixwazim bi azadî û bê biserbest çalakiya xwe bikim”.
Xetîb di peyama dest ji kar vekêşanê gotiye: Hin pirsgirêkan hêla sor derbaz kirine û ji ber vê min soz daye Xwedayê mezin ku eger rewş bighêje hêlên sor ez dest ji kar vekêşim.
Ehmed Muaz Xetîb berdewam kiriye û gotiye: Ji bo ku ez bikarim bi azadî kar bikim û em posteyan ji bo xizmetkirina karên pîroz fêm dikin neku armancin ku em li ba xwe biparêzin.
Hêjayî gotinê ye Ehmed Muaz Xetîb li civîna hêzên opozisyonê ku li Qeterê hate encam dan wek serokê koalisyona hêzên opozisyona Sûriyê hate hilbijartin û her weha vê dawiyê destpêşxeriyek bo goftûgo û diyalogê bi hikûmeta Sûriyê re pêşkêş kir û ew yek rastî rexneyên tund ji aliyê opozisyonê ve hat.