Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Mihemedî 3 sale windaye

19:12 - 27 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanemdia: Çalakvanekî siyasî yê Kurd bi navê Elî Mihemedî 3 sal berî niha ji aliyê hêzên Ewlekar yê rejîma Îslamiya Îranê ve hatibû girtin, heya niha ew windaye.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, Elî Mihemedî çalakvanê siyasî yê Kurd û xelkê gundê Şiwêşê ser bi bajarê Sine û temen 34 salî, sala 2012’an ji aliyê hêzên Îtilaat a rejîma Îslamî ya Îranê ve hatbû girtin û lê heya niha ti agahiyek li ser wî nehatiye bilavkirin.

Di wê pêwendiyên kesek ji xizmên Elî Mihemedî bi peyamnêr malpera Kuridstanmedia ragahand: Elî ku xwediyê jin û zarokan e 3 sal berî niha bi sûça alîkarî kirin tevî partiyên Kurdî yên dijberî rejîma Îranê ji aliyê hêzên Îtilaatê ve hat girtin û bo mekaneke nadiyar veguhastin.

Kesê hayîdar got ku ewa heyamê 3 sale ku malbata Elî Mihemedî serdana navendî ewlehî yên rejîma Îranê dikin lê tu nûçeyek li ser kurê wan nadine malbata wî.

Diyar. R