Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî Xamineyî daxwaz ji xetîbên nimêja Înê kir ku basê pirskirêkên abûriye welat nekin

12:23 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2022

Elî Xamineyî rêberê rejîma Îranê, gote pêşnimêjên xutba Înê ku bi çi awayekê basê arîşe û pirskirêkên abûriye welat nekin.

Di hevdîtina tewî pêşnimêjên Înê, Xamineyî ev haydar kirin ku di dema xutbên Înê de, bi tu curekê basê rewşa xirabe abûriya welat û bihatî û bê karî û hejariya xelkê nekin.

Xamineyî got: Hinek ji xetîban di xutbên xwe de basê abûrî kirine û çi lê nizanin û di cihê qiseyekê bi qazanc bikin, hinde dinê zêdetir xelk hayî dane, dibêje xekê rewşa we xirabe, we hewcehî bi dirav heye, hun bêkarin, ber hindê xelk jî dibêjin li hember wê rewşa xirab de em çi bikin, hingê tu bersivek bal wî xetîb û pêşnimêjî nîne.

Xamineyî herwisa xetîbê Înê bi nezan û neşareza hesibandin, û got: bê evê ku şarezayî li ser abûriyê hebin qise dikin, û şikestê dixon, xelk mifahê ji wê nezaniya wan werdigre û xetayê wê rewşa xirabe abûrî dêxne ustiyê rejîmê, lewma niha pêde tu êk ji xetîba mafê baskirin ji rewşa abûrî tunîne.