Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî xamineyî: “Me bi zewtkirina 2 neftkêşên Yûnanê, nefta xwe ya ji destdayî qerebû kir”

12:45 - 5 Hezîran 2022

Rêberê rejîma Îranê îtiraf kiriye ku zewtkirina 2 nefkêşên Yûnanê li hember zewtkirina nefta Îranê ji aliyê Yûnanê ve bûye, û tekez jî kiriye ku wan nefta jidestdayî bi zewtkirina wan 2 nefkêşan qerebû kiriye.

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” bi awayek zelal daye diyarkirin ku: “Wan bi zewtkirina 2 neftkêşên Yûnanê, nefta xwe ya ji destdayî ku Yûnanê zewt kirbû qerbû kiriye, ew gotina rêberê rejîmê di halekê de ye ku Spaha Pasdaran a terorîst, zewtkirina 2 neftkêşên Yûnanê di kendavê de bi sedema hinek pirsgirêkan ve girê dabû.

Bi sedema dorpêçên Amerîkayê Neftkêşa “Lana” ya Rûsiyê ku hilgirê 100 hezar ton nefta Îranê bû, di 15`ê Nîsan a 2022`an de ji aliyê Yûnanê ve hatibû zewtkirin û rejîma Îranê tevî gefxwarin ji Yûnanê, ew karê Yûnanê bi diziya deryayî binav kiribû.

Rejîma Îranê bi zewtkirina 2 neftkêşên Yûnanê 2 hember nefta xwe, neft zewt kiriye û Elî xamineyî di vê derheqê de gotiye: “Yûnanê nefta me diziye û me nefta xwe ji wan stand û em diz nînin û hûn diz in” ew gotin jî ,di halekê de ye ku rejîma Îranê 2 hember nefta xwe ya zewtkirî neft zewt kiriye.