Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Emîr Hatemî: “Berhemanîna emrazên pêşketî yên şer karê serekî yê Wezareta Bervanî ye”

12:14 - 3 Tebax 2020

Wezîrê Berevanî yê rejîam Îranê ragihand ku, berhemanîna çekên pêşketî yên bejayî, deryayî û esmanî serekîtirîn karê wezareta Berewanî ya Îranê ye. Lê ti bas bas ji bûdceya wan alavên şer nekiriye ku tewawî bûdceya welat terxanê alavên şer dikin bo kiryarên şerxwazane.

Roja Yekşemî, 2ê Tebaxê, Wezîrê Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar yên Îranê, “Emîr Hatemî” ragihandiye, ku bihêztirkirina mûşekan, berhemanîna emrazên pêşketî yên deryayî û bejayî û berhemanîna balafirên şer û hînkariyê serekîtirîn karên Wezareta Berevanî di wan çend salên derbasbûyî de heya niha bûye.

“Emîr hatemî” bas ji berhemanîna wan emraz û alavên şer dike, lê ti basek ji qasa bûdceya terxankirî bo wan emrazên şer nake û bi hebûna pirsgirêkên wekî zanistînebûna berhemanîna wan emrazên leşkerî, xisareke zaf û xercekî zêde li pey xwe ve anîye.

Rejîma Îranê bona planên xwe yên şerxwazane, hewcehî bi çekan heye, lê bi sedema dorpêça li ser cebilxaneya rejîmê, nikare wan çekan bikire û wan emraz û alavên şer di bazarên reş de dikire.

Çêka navikî, ku berpirsên rejîma Îranê xevna berhemanîna vê çekê dibînin, metirsîdartirîn û pir xerctirîn projeya berhemanîna çeka rejîma Îranê ye ku bi wê hêcetê nanê ser sifreya xelkê hejar birîye.