
Nirxa êmîş di nav bazarên Îran û Kurdistanê de roj bi roj bilind dibe û gelek malbatên qata hejara û nivîncî şiyana kirîna êmîş nînin.
piraniya corên êmîşan ku di Îranê de behemeke navxweyî ye, rejîm di dema berhemhatina êmîşan de, rejîm bi nirxeke kêm li xwedan rezan dikire û wê berhemê bo derveyê welat dişîne. Di dawiyê de ew behema navxweyî çend hember giran di nav bazaran de her bi wî xelkî re tê firotin.
Niha jî menca giraniya êmîş di nav bazarên Kurdistan û Îranê de pirsgirêkeke mezin bo xelkê afirandiye.
Nirxa hin corên êmîş di nav bazaran de ku ajansa Nûçegihaniya “Îsna”yê ya ser bi rejîmê belav kiriye wiha ye:
Kîloke hinar: 7 hezar heta 14 hezar. Hermê: 27 heta 30 hezar.
Lîmo şîrîn: 17 hezar. Sêv: 5 heta 10 hezar. Naringî: 8 heta 15 hezar tumen
Hin êmîşên din jî ku nirxa wan gelek li serê ye wiha hatiye zanîn:
Kîloke moz: 20 heta 30 hezar tumen. Ananasek: 150 hezar tumen e
Bi wî awayî kedkarek dibe çar rojan kar bike da ku bikare 3 K êmîş bikire.
Pêka gotina Serokê Yekîtiya Barfiroşan ya Kirmaşanê, Îsa Hacîeliyanî, nirxa coreyên êmîş pêka sala derbasbûyî 80 heta %100 bilind bûye.
Îsa Hacîeliyanî daye zanîn ku hin coreyên êmîşan yên mîna anans û moz pêka nirxa Dolar diçe serê û rojane nirxa wan êmîşan bilin dibe û nirxeke diyarîkirî nîne.