Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enadmên Nehînî yên PDKÎ di bajarê Xoyê û Selmasê de Pîrozbahiya 26`ê Sermawezê kirin

11:54 - 19 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Endamên nehênî yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê yên bajarê Xoy û selamsê di peyamekê de roja 26`ê Sermawezê roja Pêşmergê Kurdistanê pîrozbahî kirin.

Peyama endamên nehênî yên PDKÎ li bajarê Xoy û Selmasê wiha ye:

Silav û rêz ji bo Pêşmergên çîya yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Roja Pêşmerge û Alaya pîroz a Kurdistanê li tev Pêşmergên qehriman û malbatên serbilind ên şehîdan û hepsiyên sîyasî pîroz be.

Em endamên nêhênî ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştevanîya xwe ji bo pêşmergên çîya û Partiya Demokrat re radigihînin, û peymana emegnasiyê nû dikin û ji Pêşmerge û Partiya Demokrat, malabatên serbilind ên Şehîdan re didine zanîn ku heya can di laşê me de hebe emê vefadarê axa nîştiman û rêbaza şehêdên rêber û tev şehîdên Hizbê bidomînin û emê dê di vê pêxemê de canê xwe bikine goriyê rêbaza wan.

Bijî Kurd û Kurdistan bijî pêşmerge bijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Endamên nêhênî yên PDKÎ li bajarên Xoyê, Selmas û devera Kutol