Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encamên hilbijartinan li Kurdistan û Îranê sexte ne

13:02 - 20 Hezîran 2021

Tevî vê yekê ku hilbijartin li Kurdistan û Îranê bi awayekî gelek berfireh hatibû baykotkirin, lê rejîma Îranê li encama hilbijartinan de sextekarî kir.

Encama dawî ya dewreya 13em ya hilbijartina Serkomariya rejîma Îranê ku ji aliyê Wezîrê Hundir ê rejîmê, “Ebdulriza Rehmanî Fezlî” ve hatiye belavkirin, daye zanîn ku di gelemper de 28 milyon û 933 hezar kesan li hilbijartinan de beşdarî kirine û wî berpirsê rejîmê ew amar wiha belav kiriye

Asta beşdarî %48.8 bû

Encama dawî:

Îbrahîm Reîsî: 17 milyon û 926 hezar û 345 deng

Muhsin Rizayî: 3 milyon û 412 hezar û 712 deng

Ebdulnasir Himmetî: 2 milyon û 427 hezar û 201 deng

Emîrhusên Qazîzadê Haşimî: 999 hezar û 718 deng.

Lê Serokê Stada Hilbijartinan ya Wezareta Hundir, “Cemal Orf” gotiye, ku 28 milyon û 600 hezar kes li hilbijartinên Serkomariyê de beşdarî kirine.

Îbrahîm Reîsî: 17 milyon û 800 hezar deng

Muhsin Rizayî: 3 milyon û 300 hezar deng

Ebdulnasir Himmetî: 2 milyon û 400 hezar deng

Emîr Husên Qazîzade Haşimî: 1 milyon deng

Ew amar didin xuya ku di hejmartina dengan de sextekarî hatiye kirin.