Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena asayişê biryarnama damalîna çeka kîmyayî li Sûriyê eciband

16:12 - 28 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Encumena asayişa rêxistina NY êvareya roja înê, biryara ji navbirina çeka kîmyayî li Sûriyê bi piraniya deng pesend kir.


Di vê biryarnamê de ji navbirina çekên kîmyayîên rejîma Sûriyê weke hevceyek hatiye, lê mefah wergirtin li hêz ji bo ji navbirina çeka han têde nehatiye gorê.
Ban Kîmon, sekreterê giştî yê bizava NY, pejirandina wê biryarê bi dîrokî hesiband û daxwaz li rejîma Beşar Esed kir ku her li cih de vê biryarê cîbicî bike.
Paş du sal û nîv li destpêka şerê Sûriyê, ewa cara yekem e ku encumena asayişa bizavê NY li ecibandina biryarnemeyek sibaret bi vî welatî serkevtî dibe.
Nûçegihaniya “Rotêrz” bilav kir, 15 endamên encumena asayiş dengê “erênî” bi rêkevtinama Amrîka û Rûsyê ji bo damalîna çekên kîmyayên Sûriyê dawe.
Êrîşa kîmyayî bo ser deverên derdora Demişqê li 21’ê Tebaxa îsal ku sedan kes hatin kuştin, kardaneweyekî berbilav a navdewletî dûrde hat û paş wan êrîşane Barak Obama serkomarê Amrîka gef ji bikaranîna hêzên leşkerî bo pêşgirî ji bikaranîna wan çekane li rejîma Sûriyê kir.
Lê egera êrîşa leşkerî bo Sûriyê dijayetiya tun a Rûsyê lêkevteve û paşan her du welatê Amrîka û Rûsye li ser ji navbirina çekên kîmyayî ên Sûriyê rêkevtin.