Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena “Keska Çiya” derheq gef û bêrêziyên welatfiroşan peyamek belav kir

13:58 - 15 Hezîran 2020

Encumena jîngehparêzî ya “Keska Çiya” ya bajarê Merîwanê, di hember gef û bêrêzîkirina welatfiroş û kawilkerên jîngehê de, bo jîngehparêz û endamên wê encumenê, peyamek belav kir.

Di parek a wê peyamê de hatiye: “Gef û gotinên kirêt di hember endam û encumena me rawestînin, ji ber wê yekê ku, alxahîn bin hekî ew dubare bibe, êdî em di hember wê bêrêzî û bêhurmetiya ku derheq endam, şehîd û encumena me dikin, bê deng namînin”.

Deqa peyamê wiha ye:

Hogirên welat, jingehparêzên welat, hogirên xwezaya paqij

ÄHer wekî hûn agehdarin, bi salane ku menca qirkirin, şewitandin û jinavbirina jîngeha wî welatî, ji aliyê kesên derfetçî, welatfiroş, talançî ve bi awayekî nemirovane rastî êrîşa dirndane û dûr ji hemû prensîbên exlaqiyî ve hatiye û ew bê xweparastin ji her aliyekê ve bi hêceta wê yekê û bi xeyalên xwe ku endamên encumena “Keska Çiya” şevane dest avêtine bi birîna baxçe û rapor dana wan dest bi reftarên kirêt û bêrêzî bi endamên encumena me kirine. bi gotineke Kurdî: “Diz hinde zîrek bû ku xwediyê malê girt”.

Cihê mixabiniyê ye bo wî bajar û welatî ku 2 kes ji xortên xwe yên cangorî, canê xwe pêşkêşî berevanî ji jinavçûn û talana welatê xwe kirine, lê niha hejmareke talançî bona qazanca kesîn, bi wî awayî dest bi qirkirina wê axê kirine û bi awayekî dûr ji axlaq, gefê bi hogirên welat û jîngehparêzan û endamên encumena “Keska Çiya” dixwen.

Lewma di wir de bi eşkere bo raya gîştî radigehînin ku:

Birîn an derxistina darên baxçeyan an rapor û tîştên bi wî awayî, ti girêdayiyek bi encumena “Keska Çiya” û endamên wê encumenê re tinîne û endamên encumena “Keska Çiya”, çarçove û yasayên taybetî yên xwe hene û rewş û awayê karkirinê xwe bi 100`an car ceribandiyê.
Ji hemû dilsozên wî av û axê daxwaz dikin ku, êdî derfetê nedin ku ew proseya qirkirin û bi talanbirin berdewam be û bona nivşên paşerojê dibe em hemû pêşiya welatfiroş û talançiyên wî welat bigirin.
Careke din em dubare dikin, gef û gotinên kirêt di hember endam û encumena me rawestînin, ji ber wê yekê ku alxahîn bin ku hekî dubare bibe êdî di hember bêrêzî û bêhurmetî derheq endam, şehîd û encumena “Keska Çiya” bê deng namînin û em ê bihost bi bihost, dar bi dar, wan kunc û aliyên veşartî û zewtkarî yên jîngeh û daristanên welatê xwe bi belge, wêne, nav û cih, nîşanî xelk û raya giştî bidin û bi eşkere û em ê pêka rêkaran wan rezîl bikin.

Encumena “Keska Çiya”

25`ê Cozerdan a 2720 Kurdî

14`ê Hezîran a 2020`an