
Encumena Çandî-Civakiya “Nûjîn” li derheq sepandina cezaya 5 sal girtîgehê bi ser mamostayê zimanê Kurdî “Zara Mihemedî” daxuyaniye belav kir.
Encumena Çandî-Civakiya “Nûjîn” li derheq biryara dawî ya sepandina cezaya 5 sal girtîgehê bi ser mamostayê zimanê Kurdî “Zara Mihemdî” bi bê hebûna ti belgeykê yasayî ,daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de tevî şermezarkirina vê cezayê, bas ji çend babetên girîng wekî wê hêjmûniya ku niha di Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê deselata dagîrker ve bi zorê tê sepandinê kiriye.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Netewa xweragira Kurd!
Welatiyên mafxwez û Azadîxwaz!
Civaka mediya xwedî helwîst!
Endam û Alîgirên Encumena Nojîn!
Hatina meşyek nû li jiyan û nasandinek cuda ji nasnameyê û bi bandorkirina gotarek xweragirane û serwerîxwazane di Kurdistana îro de hewcehî bi lêhûrbûnek kûr û çendîn alî ya Kurdistana îro û pêngavên gotara serdest heye.
biryara dawî ya sepandina cezaya 5 sal girtîgehê bi ser mamostayê zimanê Kurdî “Zara Mihemdî” bi bê hebûna ti belgeyk yasayî û hebûna bi sedan haletên binpêkirina mafê mirovî û netewî li Kurdistanê dide xuya ku gotara serdest li ser hemû hêz û şiyanan, dest bi hewldan bo jinavbirîna nasnameya Kurd kiriye û di wê derheqê de him ji aliyê gotarî û him ji aliyê rêkxistinê de xwe teyar kiriye û dixwaze bi berhemanîna kurdiyek kolonîkirî, nasnameya xwe bi ser jiyan û hebûna me de bisepîne.
Di diyalêkta xweragirî û xwesepandinê de divê netewa Kurd bi tev alî û qatên civaka xwe, xebatê bo afirandina mikanizmek nû bo kanalîzekirina daxawzên xwe yên netewî-nûxwaziyên xwe bike û paşekêşê bi dagirker di wê pîlanê û pilanên dinê de bide kirin.
Encumena Çandî-Ciyakiya “Nûjîn” wê cezaya narewa şermezar dike û soz dide heta gihîştin bi mafên netewî û moderên netewa Kurd, dest ji xebat û tekoşîna xwe bernede.
Encumena Çandî-Ciyakiya “Nûjîn”