
Encûmenên Jîngehparêzî ên Kurdistanê di peyamekê de bas ji dijwariya şehîdbûn û canjidestdana hevalan kiriye û herwisa bas ji vê yekê kiriye ku şewitîn û jinavçûna daristanên me derdeke giran e û mirov nikare li derheq nalîna “Zagros”a dayîk ku tenê piştevanê hezar saleya me ye bê helwîst be.
Herwisa di peyamê de bas ji şewitîna li pey hev a daristanan hatiye kirin ku ji nav diçin, lê xelkê ageh û jingehparêz bo parastina wan canê xwe dikin gorî û bi destên betal û di rewşek dijwar de wan agiran kontirol dikin û di vê halê de rejîma Îranê balfirên taybet bi temirandina agir dişînê Tirkiyê.
Di peyamê de bas ji vê yekê kirine ku canjidestdan û şehîdbûna wan 3 jîngehparêzên vê dawiyê vebîrhênerê şehîd “Şerîf Bacwer û Omîd Kûnepoşî” û şehîdên “Merîwan û Pawê” ye ku canê xwe kirine qurbaniyê parastina nîştimana xwe.
Encûmenên Jîngehparêzî ên Kurdistanê di dawiyê de kiriyarên karbidest û aliyên pêwendîdar li derheq guhnedan bi surûşt, şewitîn û kavilkariyan şermizar kir û amadebûna xwe bo alikarî û hevkarîkirin digel xelkê jîngehparêz ên parêzgeha “Faris” de nîşan dan.