Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endam û alîgirên PDK Îranê bi boneya 16’ê Tebaxê çalakiyên teblîxî birêve birin

22:20 - 15 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Li çendîn bajarên Kurdistanê, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê rêz ji roja 25’ê Gelawêj, 68’emîn salroja damezrandina PDKÎ’ê girtin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li bajarên Şino, Mihabad, Bane û Merîwan û hejmarek ji gundên ser bi wan bajarane bi awayekî berçav çalakî kirin.
Şino
Li gundê Gundewêle a ser bi bajarê Şinoyê bi awayekî berbilav dirûşm nivîsîn û tirakt bilav kirin û her wesa li ser girika Zoyetan agirê 25’ê Gelawêjê hil kirin.
Bane
Gulşar, Faza 2, Tewhîd, taxa padigan, taxa mizgevta camîe, taxa pasaja Xidirî, taxa Ferhengiyan, meyîdana şivra Bane û tirmînata serdeşt ev cihên ku li bajarê Bana çalakiyên teblîxî birêve çûne.
Mihabad
Endam û alîgirên PDK Îranê li çendîn cihên bajarê mihabadê çalakî lidarxistin û ber bi pîriya 25’ Gelawêjê ve diçe.
Ew cihane pêk hatine ji: Parka Mîllet, nexweşxane û derdûra vî, deng û reng û sêrêya Şîlanan.
Merîwan
Darsêrana 2, dewrubera mizgewta qudis, mekteba Sedî û Fatime, kolana Sware Îlxanîzade, Muska 2, şereka Kewser, kolana Aştî û derdûra benzîxana Xawerî.

Bilindahiya Şerga, pişt gundê Nê, menbe’a ava gund, ew cihên ku li gundê Nê çalakî hatine kirin û her weha ala Kurdistanê li nav gunde hat bilind kirin.