
Endamên PDKÎ di bajarê Tehranê de, bi armanca nasandina siyaset, armanc û rêbaza PDKÎ, bi qata xwendkar û akademîk a Kurdistan û Îranê çendîn pirtûkên taybet bi rêberê şehîd “Dr. Qasimlo” û çendîn pirtûkên din yên Hizbî, li nav çendîn zanîngehên Kurdistan û Îranê de belav kirin.
Pirtûkên ku di bajarê Tehranê de hatibûne çap û belavkirin wiha ne: “Kurdistan û Kurd, 40 sal Xebat di Pêxema Azadiyê”, Tavgeya Heqîqet berga 1 û 2, Ewropayiyek di welatê Kurdan de, Hizrên Dr. Qasimlo, beşek ji hevpeyvînên Mistefa Hîcrî û pirtûka Nisko û Dabiran”.
Ew pirtûk di zanîngehên, Tehran, Tewrêz, Kirmaşan û Sineyê de hatine belavkirin ku her pirtûk 50 cild ji wan hatibûne çap û belavkirinê
Mamostayên zanîngehan û xwendkaran, pêşewaziyeke gerim ji belavbûna wan pirtûkan di zanîngehan de kiribûn.