
Endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo baykotkirina binav hilbijartinên rejîma Îranê li Dizeya Mirgewer çalakiyên banghêjî bi rê ve birin û dane zanîn, “beşdarîkirin di şanoya hilbijartina rejîmê de xiyanetkirine bi xwîna şehîdan”.
Endam û alîgiran li Dizêya Mirgewer a ser bi Urmiyê bi nivîsîna siloganên wekî “bijî Qasimlo, em dengdanî bi îxanet dizanin, na bo dengdan”, çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Herwisa endam û alîgirên PDKÎ, peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin û dane zanîn heya dawiya temenê xwe emê dê domkerê rêbaza şehîdan bin.