Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamê Komîsiyona Ewlehiya Netewey yê meclîsa rejîma Îranê îtiraf bi bombestgihîştina Bercamê kir

19:00 - 8 Gulan 2022

Endamê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî yê meclîsa rejîma Îranê “Mehmûd Ehmedî Bîxeş” gotiye ku, Bercamê ti encamek nîne û gihîştiye bombestê û her bi vê sedemê jî ti basek ji vê nayê kirin. Eger em rastiyan digel xelkê xwe behs bikinî ev erkên xwe dizanin, werin û em bibêjin ku Bercam nagihîje bi ti encamekî.

 “Mehmûd Ehmedî Bîxeş” tekez jî kiriye ku, em nikarin dev ji pirensîpên şoreşa xwe berdin û dijayetiyên me ên digel Amerîka û Ewropayê li ser vê esasî ne û li hember de ew jî her wiha ne.

Pêka gotina wî binav nûnerê binajoxwaz yê meclîsa rejîma Îranê li derheq nebûna encama Bercamê di halekê de ye ku,  biryare danûstankerê Yekîtiya Ewropayê “Enrique Mora” li roja Sêşemê 10`ê Gulanê serdana bajarê Tehranê bike û digel berpirsên rejîma Îslamiya Îranê danûstandinan lidar bixîne.

Her di vê derheqê de di heyamên borî de, berpirsên Rojavayî û deverê li derheq nebûna îmkana lihevkirina digel rejîma Îranê hişdarî dabûn û daxwaza sepandina dorpêçên zêdetir ên navnetewî li dijî rejîma Îranê kiribûn.