Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamê Şêwreya bajarê Tehranê: 13 hezar kes bi sedema Koronayê di Tehranê de hatine çalkirin

11:15 - 30 Nîsan 2020

Endamê Şêwreya bajarê Tehranê, Mihemede Cewad Heqşinas, roja Çarşemî 10`ê Banemerê, di civînegê digel rojnameya “Aftab yezd” de gotibû: “Di du mehên Reşeme û Xakelêweyê de, 13 hezar kes bi sedema Koronayê di bajarê Tehranê de hatine çalkirin.

Serokê Şêwreya Bajarê Tehranê, Muhsên Haşimî, jî dabû zanîn ku, me amarên serast hene, lê em bi zanebûn belav nakin, û herwisa navbirî gotibû ku em amarên sertast ji “Beheçta Zehra” werdigrin.

Muhsên Haşimî, piştî wan axvtinan, ji aliyê Şêwreya Bilind a Tenahî ve hatiye gazîkirin.

Eve jî di halekê de ye ku rejîma Îranê amarên serast û dirust Ii derheq tûşbû û canjidestayên Koronayê belav nake, ev berpirsên ku amarên serast belav dikin ji aliyê xudê rejîmê ve têne sizadan û li ser karê wan wêde dibin.